Hikumeta Lîbya ya nû di nava geşbînî û tirsê de ye

Hin kesên lîbyayî ji hikumeta ku nû hatiye avakirin re geşbîn in, lê hinek jî metirsiya xwe tînin ziman û dibêjin dibe ku ev hikumeta ku nêzî Îxwan El-Muslîmîn e xizmeta dewleta Tirk û ajandeyên wê li hundirê welat bike û dewlemendiya wê talan bike.

Hikumeta Lîbya ya nû di nava geşbînî û tirsê de ye
16 adar, 2021   02:33
NAVENDA NÛÇEYAN-YARA MIHEMED-EMANÎ EZAM

Sazûmaniya serokwezîrê erkdar Abdulhemîd El-Debîba roja çarşemê baweriya parlamentoya Lîbyayê di çarçoveya plana bi piştevaniya NY’yê ya bi dawîkirina alozî û tundiyê de, wergirt. Her wiha piştî guhartina kopyeya yekemîn 121 parlamentoyan ji eslê 132’yan dengê xwe da hikumeta nû. Dê di 24’ê Kanûna bê de jî hilbijartin pêk werin.

Avakirina hikumetê piştî nakokiya dijwar li ser desthilatê û rêzedanûstandinên dirêj pêk hat, li gel wê jî komxebata diyaloga siyasî ya Lîbyayê di 5’ê vê Sibatê de ragihand ku desteya rêveber a nû ya Lîbyayê ji bo birêvebirina karên welat di merheleya demkî de, ava kiriye, ew yek jî dê bi hilbijartinên serokatî û parlamentoyê ya di Kanûna bê de bi dawî bibe.

Di gera duyemîn a komxebata diyaloga siyasî ya Lîbyayê ku li Cinêvê hatiye avakirin de, koma El-Menfî bi 39 dengan li hember 34 dengan a lîsteya hevirk a bi serkêşiya Eqîle Salih bi ser ket. Lîsteya biserketî ji serokê hikumeta demkî Abdulhemîd El-Debîba, serokê Meclisa Serokatiya Lîbyayê Mihemed El-Menfî û du encamên meclisê Mûsa El-Kewnî û Abdullah Hisên El-Lafî pêk tê.

Di hikumeta hatiye pêşniyarkirin de 27 wezîr li ser 3 herêman hatine dabeşkirin hene û dabeşî 3 çîn, 7 serwerî, 14 xizmetguzarî, 6 mirovî û 6 wezîrên dewletê ne. Lê beriya ragihanda li ser avakirina hikumetê di danûstandinan e gef li desthilata rêveberî hate xwarin.

Girêdayî mijarê, lêkolînerê siyasî yê lîbyayî Seed El-Bedrî wiha got: "Piştî hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê ya nû ya bi serokatiya Abdulhemîd El-Debîba baweriya parlamentoyê wergirt, çavdêrî di navbera geşbînî û metirsiyê de dabeş bûn. Hin dibînin ku hikumeta nû hêviyeke nû ji bidawîkirina krîza Lîbyayê re ye û hin jî metirs in, ew jî bi sedema ku têkiliyên El-Debîba ya xurt bi koma Îxwan El-Mislîmin û dewleta Tirk re heye ku hewl dide dewlemendiya gelê Lîbyayê talan bike."

SEROKÊ MECLISA SEROKATIYÊ, SEROKWEZÎR Û ENDAMÊN HIKUMETÊ KÎ NE?

Abdulhemîd El-Debîba yê ku serokê hikumetê ye, karsaz û siyasetmedarekî Lîbyayî ji bajarê Mesratayê ye û bi nêzbûna ji koma Îxwan û alîgiriya bi dewleta Tirk re tê nasîn.

El-Debîba bi kirîna dengên endamên beşdarî komxebata diyalogê bûne hate tawanbarkirin û pereyekî mezin ji bo kirîna dengan da. Di Hezîrana 2017’an de parlamentoyê El-Debîba xiste lîsteya endam û blokên bi terorê hatine tawanbarkirin û da zanîn ku ew piştigiriya madî dide komên çekdar ên girêdayî koma Îxwan El-Mislimîn.

Her wiha El-Debîba bi nêzbûna ji serokê berê yê Lîbyayê Muemer El-Qezafî ve tê nasîn û gelek şîrketên mezin bi rê ve birine.

Li gel wê jî Abdulhemîd El-Debîba serokê Şepêla Lîbyayê ya Pêşerojê ye ya bi çalakiya siyasî tê nasîn. Bi navê xwe di komxebata diyalogê ya Lîbyayê de beşdar bû, her wiha di gera yekemîn a komxebata diyaloga siyasî ya ku li Tunisê di Mijdara 2020’an de hatiye lidarxistin bi dayîna bertîlan ji bo kirîna dengan hate tawanbarkirin, ew yek jî bi rêya pismamê wî yê endamê diyalogê Elî El-Debîba pêk hat.

Serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed Yûnis Beşîr Bohiwêş El-Menfî ji êla El-Menfe ya Ereb a rojhilatê Lîbyayê ye.

Tevî ku El-Menfî ji şêniyên rojhilatê Lîbyayê ye, lê hevalbendê Îxwan El-Mislimîn e. Ew jî piştî ku balyozê hikumeta El-Wîfa li Yewnanistanê bû û beriya qewitandina wî ji Yewnanistanê piştî îmzekirina peymana sînorê deryayî ya di navbera El-Wîfaq û dewleta Tirk de, pêk hat.

Lê endamê Meclisa Serokatiyê Mûsa El-Kewnî ji êla Tewariq a Amazigh e û li bajarê Xedamis a başûrê rojavayê Terablusê ji dayik bûye.

El-Kewnî di dema desthilata Muemer El-Qezafî de ji 2005’an heta bi 2011’an balyozê Lîbyayê li Malî bû, ew jî beriya qutbûna xwe ji rejîmê li ser paşxaneya bûyerên 2011’an ragihîne, pêk hat. Li aliyekî din jî parlamenterê Lîbyayê û endamê Kongreya Nîştimanî ya Giştî bû.

Li gorî makanîzmeya ku endamên komxebata diyalogê ya siyasî ya Lîbyayê li ser li hev kiriye, Abdullah Hisên El-Lafî bû cîgirê duyemîn ê Meclisa Serokatiyê ya herêma Terablusê. El-Lafî ji bajarê Zawiyê ye.

Neclaa El-Menqoş jî ku yekemîn jin li Lîbyayê hate hilbijartin ku di wezareta karên derve de kar dike, li gel wê jî 4 jinên dîtir ji bo çenteya wezaretê hatin hilbijartin.

Li gorî kurtejiya Neclaa El-Menqoş  ku (CRDC) weşandiye, Neclaa El-Menqoş mamosteya qanûn û parêrzerê qanûnê sûcan e û di xebat û lêkolîna xwe balê dikişîne li ser xebata veguhastinê ji şer ber bi aştî û avakirina ewlehiyê ve.

Mîna hikumeta berê ya bi serkêşiya Fayiz El-Serac re ku dema wê çûye, El-Debîba ji xwe re erka wezîrê parastinê vebijart.

KIRÎNA DENGAN

Piştî raporên navneteweyî hate belavkirin ku hin kesên beşdarî diyalogê bûne bertîl ji bo berjewendiya serokê hikumetê ya nû Abdulhemîd El-Debîba dane, krîzeke nû li hember desthilata rêveber a nû ya Lîbyayê ye.

Li gorî AFP’ê, pisporên NY’yê di rapora ku ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re rakirine bi bîr xist ku herî kêm dengê 3 beşdaran di danûstandinên aştiyê ya lîbyayê ya bi sponseriya desteya navneteweyî de hatiye kirin.

Pisporên NY’yê da zanîn ku bi rêya danûstandinên Tunisê du beşdaran bertîl ji 150 heta 200 dolar pêşkêşî 3 endamên komxebata diyaloga siyasî ya lîbyayî kirine, da ku dengê xwe bidin El-Debîba.

Beriya çend mehan, nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY’yê li Lîbyayê Stephanie Williams gotibû hin idîayên cidî li ser hebûna binpêkirina gendelî û bikaranîna pereyan di siyasetê de hene, ew jî der barê bernamzetiya serokwezîr de bû.

Stephanie Williams piştrast kir ku lêpirsînek der heqê keşfkirina bûyerên vê mijarê de hene, lê heke aliyên pêywendîdar hatine şermezarkirin, dê rastî cezayên navneteweyî werin.

Bandora serkeftina El-Menfî û El-Debîba li ser giraniya siyasî ya di desthilata rêveberiya nû ya bi hegamoniya Îxwan de dike, ew bandor jî yan yekser bi rêya serokê hikumetê yan jî bi rêya Meclisa Serokatiyê ya nû dike.

GIRÊDANA TIRKIYÊ BI HIKUMETA NÛ RE

Têkiliya koma hikumetê ya nû bi dewleta Tirk û Îxwan El-Mislimîn re xurt e û ev yek piştî daxuyaniya yekemîn a El-Debîba piştî hilbijartina wê ji serokê hikumeta demkî re hate eşkerekirin. El-Debîba wiha di daxuyaniyê de gotibû: "Dê garantî di navbera dewleta Tirk û Lîbyayê de hebin. Dewleta Tirk hevalbend, dost û bira ye, li gel wê derfetên mezin ên ji bo alîkariya Lîbyayê ya gihandina armancên xwe yên rastîn heye. Dewleta Tirk ji bo me hevkarên rastîn e."

Têkildarî mijarê, Erdogan ji kesê yekemîn ê ku bi kesên di rêveberiya hikumeta demkî de bi ser ketine axiviye. Ew yek jî nîşaneya vehesiya dewleta Tirk li hember desthilata nû ya Lîbyayê ye. Erdogan di 6’ê Sibatê de ji El-Menfî û El-Debîba re hêviyên serkeftinê di erkên nû de xwest.

Rojnameyeke brîtanî di rapora xwe ya Çileya borî de eşkere kiribû ku malbata El-Debîba ya ku xebatên xwe di aliyên avakirinê de pêk tînin û rêveberiya avahiyên zindî li rojavayê Lîbyayê dikin 19 milyar dolar ji peymanên avahiyan a lîbyayî da şîrketên dewleta Tirk.

Çavdêr destnîşan dikin ku piştevaniya dewleta Tirk ji hikumeta demkî ya nû li Lîbyayê re hişt ku rola kesayetên li hember destwerdana li hundirê Lîbyayê, qels bibe. Ev jî pêngaveke ber bi paşguhkirina hevirkên Enqereyê li hundirê Lîbyayê ye, bi taybet dewleta Tirk dibîne ku ji yek astengiyên sereke li pêş berdewama destwerdana wê li Lîbyayê ne tenê bi dijberiya herêmî û navneteweyî ve girêdayî ye, lê bi redkirina beşên lîbyayî ji gel û siyasetmedaran ve girêdayî ye.

DOSYAYÊN BIGIRÊK

Hîna jî dosyayên lihevkirinan ên ku hikumeta Fayiz El-Serac di Mijdara 2019’an de ji bo nexşekirina sînorê deryayî li Deryaya Spî bi dewleta Tirk re, lihevkirina li ser hevkariya ewlehî û leşkerî ya berfireh bi girêk in. Li gorî wan lihevkirinan jî Enqereyê nêzî 20 hezar çeteyên sûrî û 10 hezar tundraw ji hemwelatiyên dîtir şandin Terablusê.

Misir, Qibris û Yewnanistanê roja înê bang li hikumeta Lîbyayê ya nû kir ku tevahî muzakereyên lihevkirinê yên ku dewleta Tirk û serokê hikumeta El-Wîfaqê Fayiz El-Serac îmze kirine, rake û di deman demê de da zanîn ku divê çete ji welat bi der kevin.

Der heqê mijarê de, lêkolînerê lîbyayî Seed El-Bedrî got lihevkirinên deryayî yên ku hikumeta berê bi dewleta Tirk re îmze kirine, ji dosyayên herî dijwar li hember hikumeta nû û Meclisa Serokatiyê ye.

El-Bedrî wiha domand: "Ez texmîn dikim ku divê civaka navneteweyî û herêmî van lihevkirinan red bikin, bi taybet parlamento û fermandariya giştî ya hêzên çekdar ve."

El-Bedrî piştrast kir ku aliyekî qanûnî heye ku li pêş van lihevkirinan disekine, ji ber ji taybetmendiya parlamentoyê ye ku li ser erê bike. Ji ber ev lihevkirin ji dosyayên herî dijwarên ên li hember hikumeta nû ye.

Têkildarî dosyaya çete û komên biyanî yên li ser xaka Lîbyayê, El-Bedrî wiha pê de çû: "Beriya wergirtina baweriyê û erêkirina li ser hikumeta nû, serokê hikumeta nû behsa dosyayê çeteyan kir û li pêş parlamentoyê soz da ku tevahî çeteyan ji Lîbyayê bi derxe û bang li NY’yê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku çeteyan bi derxin û destwerdanên neyênî yên li dosyaya Lîbyayê rawestînin."

El-Bedrî di dirêjahiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Lê belê pêkanîna van aliyên li ser cidiyeta civaka navneteweyî ya bi hevkariya bi hikumeta nû re disekine, da ku aramiyê li Lîbyayê ava bike û zemînekê ji hilbijartinên Kanûna bê re ava bike. Ji ber destwerdanên derve yên ji 2011’an ve Lîbya xiste vê rewşê."

Têkildarî helwesta komîteya Leşkerî ya (5+5) ji hikumeta nû, El-Bedrî diyar kir ku helwesta wê bi helwestên siyasî yên her aliyekî ve girêdayî ye, ew jî baregeha El-Kerame û baregeha rojavayê Lîbyayê ne.

El-Bedrî îşaret bi hilbijartinên ku dê di dawiya îsal werin lidarxistin de kir û axivî yan dê çareseriyê bi xwe re bîne û bibe destpêkek ber bi merheleya mayînde ya aramiyê yan jî dê bi xwe re destwerdanên derve bîne û rewşa welat krêtir bike û ber bi toneleke tarî ya rasteqîn ve bibe.

El-Bedrî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê ji karên destpêkê yên hikumetê yekkirina saziyan, çareserkirina rewşên bingehîn ên şêniyan be. Lê dê xebatên wê di vî aliyî de dijwar bin, ew jî bi sedema dabeşbûna sazî û milîsên çekdar ên ku hegamoniya xwe li saziyên dewletê yên li rojavayê Lîbyayê ferz dikin."

(fr)

ANHA