Li Tengava Hurmizê agir bi du keştiyan ket

Artêşa Pasdaran ya Îranê ragihand, şeva borî li başûrê Tengava Hurmizê du keştiyên neftê bi mayînên deryayî ketin û şewitîn.

Li Tengava Hurmizê agir bi du keştiyan ket
12 mijdar, 2026   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdaran ya Îranê diyarkir şeva borî du keştiyên neftê dema ku dixwestin li başûrê Tengava Hurmizê re derbas bibin, xwe li mayînên deryayî dane û teqiyane.

Hat gotin ku di nava her du keştiyan de zêdetirî 4 milyon bermîl neft heye û agir pêketine.

Her wiha hatiye diyarkirin dema keştiyek rakêşanê ji bo alîkariyê xwest nêzî keştiya yekem bibe, ew jî bi mayînekê ket, teqiya û agir pê ket.

Artêşa Pasdaran hişyarî da ku her keştiyek dema sîstema xwe ya deryavanî li Tengava Hurmizê bigire û bixwaze bi hemahengiya artêşa Amerîkayê tengavê derbaske, wê rûbirûyê heman çarenûsê bibe.”