Piştî şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz

Newroz piştî şoreşê êdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serbestî û her sal li gorî konsepta xwe, bi ruhê têkoşîna li dijî Dehaqan û bi ruhê berxwedanê tê pîrozkirin.

Piştî şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz
16 adar, 2021   00:36
NAVENDA NÛÇEYAN

2 hezar û 633 sal e agirê Newrozê yê ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hat pêxistin, hê jî gur dibe. Gelê Kurd Newrozê wek rojeke pîroz û ruhî dibîne, hem li Kurdistanê hem jî li gelek deverên cîhanê di 21’ê Adarê bi şahiyên cuda tê silavkirin. Ev roja berxwedanê bêguman her sal bi rêk û pêk tevî hemû astengî û qedexeyên dagirkerên Kurdistanê jî tê pîrozkirin.

Beriya şoreşê Newroz li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû qedexekirin lê piştî ku di sala 2011’an de çirûskên şoreşê yên pêşîn pêketin, ew qedexe û zextên li ser Newrozê jî hatin şikandin û êdî qadên Newrozê bi rengên gel ên resen û olana sirûda Ey Reqîb tijî bûn.

Me wêne û vîdeoyên Newrozê ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pîrozkirin, ji arşîva ANHA'yê ya 8 salan berhev kirin.

Ji nivîsên li ser pankartiên Newrozê jî xuya dibe ku her sal hemû aliyên civakê bi rengên xwe yên resen tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne. Di pîrozbahiyên Newrozê yên li herêma şoreşê de, berxwedana li parçeyên Kurdistanê yên din hatin silavkirin, carinan bi kêfxweşiya ruhê serkeftinê, carinan jî di çarçoveya tedbîran de bi komên biçûk hate pêşwazîkirin.

JI SALA 2013’AN HETA 2020’AN NEWROZÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRİYÊ

Di sala 2013’an de Newroz bi ruhê jiyana demokratîk û azad a di bin serweriya Rêveberiya Xweser de hat pîrozkirin û di sala 2014'an de bi şîara “Ji Rojavaya azad ber bi Sûriyeya demokratîk ve” hat pîrozkirin. 

Li Hesekê li dijî kesên ku Newroza 2015'an pîroz dikir, 2 êrişên bi bombeyan pêk hatin. Piraniya wan zarok û ciwan, nêzî 53 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 130 kes jî birîndar bûn ku dîsa piraniya wan zarok in. Ji ber ewlehiyê tu pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî çênebûn, lê gel agirê Newrozê pêxist û bi komên biçûk pîroz kir.

Newroza sala 2016’an bi şîara “Ji rêber Abdullah Ocalan re azadî, bi berxwedana Mazlûm û Arînan ji Rojavaya azad ber bi Sûriyeya demokratîk û federal ve” hate pîrozkirin û di sala 2017’an de bi Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berxwedana Bakurê Kurdistanê hate silvakirin.

Di Newroza 2018'an de ku di nava êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate pîrozkirin û peyama ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin û li Efrînê bi ser bikebin’ li qadan berz bû. Leyla Guven û bi sedan kesên din çalakiyên greva birçîbûnê yên ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, hate silavkirin û bi vî ruhî peyama ku dê tecrîdê bişikînin, hate nûkirin.

Newroza 2019’an bi ruhê rizgarkirina Efrînê, şikandina tecrîdê û mezinkirina têkoşînê hate pîrozkirin.

Di sala 2020'an de Newroz ji ber metirsiya vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên girseyî hatin qedexekirin, lê ji aliyê komên biçûk ve û li ser şaneşînên malên xwe û bi çalakiyên cuda hate pîrozkirin.

Newroza 2021’an ku li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Ewropayê dest pê kiriye, tê payîn ku bi ruhê serkeftina Garê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî were pîrozkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/npKq56ludfA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>