Meydana şerê fîlan; Şengal-ANALÎZ

Meydana şerê fîlan; Şengal-ANALÎZ
16 adar, 2021   03:22

HALÎT ERMÎŞ

Sînorên Mîsakî Mîllî ji avabûna dewleta Tirk ve tu carî ji rojevê derneketin. Her çend di Peymana Enqereyê ya sala 1926’an re bi fermî dabin Iraqê jî, di çarçoveya siyaseta Komara Tirkiyê ya sedsalî de her tim ji xwe re cih peyda kiriye.

Piştî mudaxeleya li Iraqê ya sala 2003'yan û hilweşîna dîktatoriya Sedam Huseyîn, pergala federal a Iraqê bandoreke neyî li dewleta Tirk kir. Peydabûna DAIŞ'ê, li Iraqê bû sedema wêraniyeke mezin, ketina Mûsilê û piştre avakirina koalîsyoneke navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, hêviya girtina Mûsilê û xwegihandina sînorên Mîsakî Millî ji nû ve zindî kir. Ji ber vê yekê jî bi israr bûn ku beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê ya li dijî DAIŞ'ê bibin.

Dewleta Tirk dizanî ku dê ev operasyon bi pêş bikeve, meseleya Mûsilê bi dawî nabe û ji DAIŞ'ê re nayê hiştin. Ji bo vê jî li Başîkayê baregehek ava kir û tevegera çeteyên a bi navê Heşdî Wetenî ava kir û Nûceyfî yê waliyê berê yê Mûsilê, kir serokê wê.

Piştre jî PDK ji bo vê armancê bi kar anî û tevî hemû zext û însiyatîfên navneteweyî yên hikumeta Iraqê jî, ji Başîkayê derneket. Lê dîsa jî hesabên wê neçûn serî.

Dewleta Tirk nekarî tev li operasyona Mûsilê bibe. Lê dest ji armancên xwe berneda. Di pêvajoya piştre de têkiliyên xwe yên bi PDK'ê re kûrtir kirin. Bi rêya Eniya Tirkmenan û li Kerkûk û herêmê bi cih bû û vê carê Şengal xist hedefê. Hinceta wê PKK bû ku bi parastina Şengalê li dijî êrişên DAIŞ'ê pêşî li trajediyeke mezintir a êzidiyan girt. Lê belê êdî gelek tişt guherîbûn û gelên cîhanê piştî têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ'ê, xwedî li PKK’ê derketibû.

Li Rojava di heman demê de Kurdan bi têkoşîna xwe ya hevbeş bi gelên herêmê re DAIŞ têk bir û li herî dawî li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê derbeyeke mezin li efsaneya wan xist.

Dewleta Tirk bi vê yekê dizanî û bi vî rengî bi nixumandina dijminatiya Kurdan bi rêya dijberiya PKK'ê, bi israr berê xwe da siyaseta bidestxistina sînorên Mîsakî Mîllî.

Di vê polîtîkayê de piştgira herî mezin a Tirkiyeya Erdogan, PDK bû. Ji ber vê yekê, xeyala Erdogan a siyaseta antî-Kurd ku di ser PKK'ê re bi pêş dixist û sînorên neteweyî yên Mîsakî Mîllî, heta daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya "PKK li Şengalê hêza dagirker e" dewam kir.

Dixwestin PKK’ê bikin hinceta dagirkeriya xwe, lê PKK’ê ragihandibû ku ji sala 2018’an ve hêzên xwe ji Şengalê vekişandine. Lê belê dewleta Tirk ji bilî dijminatiya PKK'ê tu mafdariyeke xwe tune bû. Heke dixwazin siyaseta têkildarî Mûsilê di ser Şengalê re zindî bihêlin, rêya herî hêsan ew bû ku bi rêya hevkariya herêmî dijminahiya PKK’ê gur bikin.

Armanceke din a dewleta Tirk bi hedefgirtina Şengalê, plana tesfiyekirina şoreşa Rojava bû.

Heke bikare Şengalê dorpêç bike, dê xeta ji Şengalê heta deriyê sînor ê Rabîa û ji wir jî heta Sêmalka kontrol bike û eniya ji Başûr heta Rojava bigire. Ev plan hê jî di dewrê de ye.

Çûna serçete Nasir Herîrî ya Hewlerê di vê serdemê de jî di çarçoveya vê planê de dikare bê dîtin. Dewleta Tirk ku berê çeteyên xwe şandin Lîbya, Qerebax û Yemenê, dibe ku vê carê bi rêya Herîrî plan dike ku çeteyan bişîne vê xetê. Her wiha dikare vê çeteyan ne tenê li vê herêmê, li Garê û cihên din ên Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi cih bike. Hin agahiyên berê derketin holê ku amadekariyeke bi vî rengî ya ji bo Heftanînê heye.

Di vê xalê de armanca sereke ya peymanê ku di 9'ê Cotmeha 2020'an de bi hinceta PKK'ê pêk hat, dagirkerkirina Şengalê bû. Tevî ku peyman li ser rêgeha Hewlêr-Bexdayê derketibe holê jî, li pişt perdeyan dewleta Tirk hebû. Ji ber ku ya PDK’ê, her wiha ya dewleta Tirk jî bû. Hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî jî ev peyman erê dikir.

Dewleta Tirk li pey parêzgeha Mûsilê (Baçûrê Kurdistanê hemû) û Mîsakî Mîllî bû û hêzên rojavayî jî êzidî dikirin qurbaniyên siyaseta li dijî Îranê.

Lê Îranê ev geşedan didîtin. Her çend 4 meh di ser peymanê re derbas bûbin jî, Iraqê xwe egle dikir û sedemeke vê jî berxwedana êzidiyan û bertekên raya giştî ya navneteweyî bûn ku bi berxwedana êzidiyan re derketibûn holê. Her wiha para Îranê jî di vê yekê de hebû.

Îranê xetereya tengavkirina xwe li Iraqê dît û hêzên Heşdî Şabî ber bi Şengalê ve şandin ku piraniya wan girêdayî Îranê ne. Tevî ku dewleta Tirk ji aloziyên dawî kêfxweş xuya dike jî lê di rastiyê de ne dewleta Tirk û ne jî tu hêzên navneteweyî pêşbîniya vê planê nekir û bê guman ew ji Îrana ne rehet in ku bi rêya Heşdî Şabî li Şengalê bi cih dibe.

Îran li Sûriyeyê hatiye fetisandin û hewl dide bi rêya Şengalê pêşiya xwe vekirî bihêle. Şengal wek rêya sînorê Iraq û Sûriyê tê dîtin û ji ber ku Îran baş dizane ku heke sînorê Sûriyê lê bê girtin, Şengal dikeve destê PDK'ê anku destê dewleta Tirk.

Her wekî dema ku fîl şer bikin çîmen ditepisin, di şerê hêzên herêmî û navneteweyî de dîsa dixwazin Kurdên êzidî tepeser bikin.

Îran bi rêya Iraqê hemleya xwe bi pêş ve dibe û dixwaze dest deyne ser îradeya Kurdên êzidî û li herêmê kontroleke tam ava bike. Bi vî rengî hewl dide rêya xwegihandina Sûriyê vekirî bimîne û ji aliyê din ve jî hewl dide li Iraqê qada wê ya tevgerê teng nebe. Heke Îran bi rêya Heşdî Şabî dikare li Şengalê bi cih bibe, dê firsend jî hebe ku li ber siyaseta dewleta Tirk a Mûsil û Tel Aferê rabe. Nexwe dewleta Tirk ku mezhebperestiya sûnnî li Mûsilê sor dike, bi rêya Eniya Tirkmenan jî dikare Tirkmenan bi çek bike û derbeyekê li eniya şîeyan bide. Şik û guman nîn e ku herî zêde dê ev yek bandorê li Îranê bike.

Şengal ji bo van hêzan jî ji aliyê erdnîgarî ve û ji aliyê stratejîk ve girîng e. Ji aliyekî ve bi rêya Tîkrîtê heta nava Iraqê dirêj dibe û ji aliyê din ve jî dergeha Mûsil û Kerkûkê ye û li aliyê din jî deriyê Rojava ye. Ji bo vê jî çawa ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de kir, her kes dixwaze xeta berfirehkirina Bakur-Başûr, Rojhilat-Rojava bi rêya Şengalê ava bike ku ew wek çembera herî stratejîk lê herî qels a herêmê tê dîtin.

Planeke her kesî ji bo Şengalê ya mala êzidiyan heye. Lê kes li dora xwe nanêre û ji xwediyên mafdar ên vê xakê napirse ka plana wan çi ye. Li aliyekî din jî êzidî li dijî van planên qirêjî yên hemû hêzên qirêjî û qure li ber xwe didin.