Li Bulgaristanê qeza: 12 kes mirin

Li ser rêya bilez a rojhilatê Bulgaristanê, di qezayeke ku 50 erebe li hev qelibîn de 12 kes mirin û 50 kesên din jî birîndar bûn.

Li Bulgaristanê qeza: 12 kes mirin
10 mijdar, 2026   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya bilez a li rojhilatê Bulgaristanê ji ber mija zêde ku dîtin zehmet kiribû, nêzîkî 50 erebe li hev qelibîn. Di encamê de 12 kes mirin û 50 kesên din jî birîndar bûn.  

Li gorî Reutersê, qeza li nêzîkî bajarê Yambolê, li ser rêya bilez (A1) a ku paytext Sofyayê bi bajarê peravî Burgasê yê li rojhilat ve girê dide, qewimî. Polîs, tîmên agirkujiyê û ambulans bi lez gihîştin cihê bûyerê. Dîmenên ku ji aliyê medyaya herêmî ve hatin weşandin, nîşan didin ku erebe û kamyon li ser 6 rêzan li pey hev kom bûne, hin qulibîne, hin şewitîne û hin pelçiqîne.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Karên Hundir a Bulgaristanê Lyubomir Nîkolov di daxuyaniyeke çapemeniyê de li cihê bûyerê diyar kir ku dibe sedema qezayê mij be. Nîkolov da zanîn ku bûyer dema dest pê kir ku erebeyek ku ber bi Burgasê ve diçû, li kamyonekê qeliband.

Wezîra Tenduristiyê Katya Îvkova ragihand ku 11 kes li cihê bûyerê mirin û kesekî din jî piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku 50 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyan. Parêzgarê herêma Yambolê Georgi Çalakov ji ajansa nûçeyan a dewleta Bulgaristanê re got ku nêzîkî 50 erebe li hev qelibîne.

Serokê Bulgaristanê Rumen Radev, roja çarşemê ji bo qurbaniyên qezayê wekî roja şîna neteweyî ragihand. Radev bûyer wekî trajediyek bi nav kir û diyar kir ku ferman hatiye dayîn ku balafir bên şandin da ku birîndaran werin veguhastin û ew ê serî li cihê qezayê bide.

(f)