Malpereke Îsraîlê: Amadekariyên derbaskirina hêzekê ji bo nav Xezayê tên kirin

Çavkaniyên ji Îsraîlê diyar kir ku ji bo derbaskirina hêza îstiqrarê ya ku ji 250 leşkerên çend welatan pêk tê, ji bo Xezayê amadekarî tên kirin,  di heman demê de Trump ji bo pêkanîna plana aştiyê zextê li Netanyahu dike.

Malpereke Îsraîlê: Amadekariyên derbaskirina hêzekê ji bo nav Xezayê tên kirin
9 mijdar, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke ewlehî ya Îsraîlê ji malpera Walla re ragihand ku ew ji bo derbaskirina hêzeke îstiqrarê ya ku ji gelek nasnameyan pêk tê, ji bo Xezayê amadekariyan dikin, ev yek jî bi beşdariya hêzêdn Amerîkayê û fermandarên ji dewletên biyanî yên li nêzî sînorê Xezayê dimînin pêk tê. 

Çavkaniyan aşkere kir ku di 2 hefteyên borî de, di çarçoveya amadekariyên ketina hundirê Xezayê de, li nêzî sînorê Xezayê fermandarên biyanî bi hêzên Amerîkayê re tevdigeriyan.

Her wiha baregeha leşkerî Îsraîlê ya li başûrê herêmê veguheriye tesîseke Amerîkî, ev yek piştî erêkirina Îsraîlê li ser derbaskirina hêzeke ji gelek nasnameyan pêk tê derkete holê, ev hêz ji refên yekemîn e û ji 250 leşkerên biyanî pêk tê.

Beriya vê yekê malpera Axios a Amerîkî ji 2 çavkaniyan agahî girt ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyhu xwest ku ji bo pêkanîna plana aştiyê li Xezayê gavan bavêje, Rêveberiya Amerîkayê dixwaze plan pêk were.

(sb)