Ji ber êrişên dagirkeriyê hezar xwendekar ji perwerdeyê mehrûm maye

Ji ber êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî herêma Efrînê, 9 dibistanên navçeyên Şera û Şêrawa hatine girtin û hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar maye.

Ji ber êrişên dagirkeriyê hezar xwendekar ji perwerdeyê mehrûm maye
18 cotmeh, 2023   06:26

Dewleta Tirk a dagirker ji 4`ê Cotmehê ve êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di nav de navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û kantona Şehbayê, dijwartir kirine.

Endama Desteya Perwerde û Hîndkariyê ya kantona Efrîn û Şehba Urûba Xelîl ku ji ajansa me re axivî, da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo parastina xwendekaran 9 dibistanên li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê hatine girtin.

Urûba destnîşan kir ku dibistanên gelek gundên navçeyên Şera û Şêrewa û kantona Şehbayê yên nêzî eniyên şer ên bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re tên hedefgirtin û wiha dom kir: "Lewma ji bo parastina xwendekaran ji 8`ê Cotmehê ve 9 dibistan hatine girtin, zêdetirî hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.”

Dibistanên deverên navborî dê heta demeke nediyar girtî bimînin.

Urûba bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku dengê xwe li hemberî êrişan bilind bikin.

(c)

ANHA