Xelkê Til Hemîsê sersaxî da malbata şervanê QSD′ê

Xelkê Til Hemîsê ya Qamişloyê sersaxî da malbata şervanê QSD′ê Zîb El Terêxim û got ew ê di oxira parastina destkeftiyên bi fedakariyên şehîdan pêk hatiye de têkoşînê dewam bikin.

Xelkê Til Hemîsê sersaxî da malbata şervanê QSD′ê
17 cotmeh, 2023   11:59

Xelkê Til Hemîsê ya Qamişlo, gund û endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê QSD′ê Zîb Hemod El Tirêxim (Serkeft Til Hemîs). Serkeft Til Hemîs dema li ser erka xwe ya leşkerî li Dêrazorê di 12′yê Cotmehê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li Qada Kerac a rojavayê Til Hemîsê hate vedan û wêneyên şehîd û alên QSD′ê hatin daliqandin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Xelef sersaxî da malbata şehîd û got sînayroyên tên kirin û êrişên Ii dijî herêmên bi hev ve girêdayîn ne û hemû bi armanca şikandina vîna gelê herêmê ne.

El Xelef di dawiyê de got dê hevgirtina pêkhateyan planên li dijî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

Li aliyekî din jî şervanê QSD′ê Rênas Mihemed rola şehîdan di gihandina welatan û parastina şoreşê de silav kir û got: "Tu kes nikare vîna me têk bibe."

Mihemed soz da malbata şehîd ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û destkeftiyên biparêzin.

 Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA