Ji bo bîranîna Umer Elûş, şaredariya Reqayê pêşangeheke kulîlkan vekir

Îşev Şaredariya Gel a Reqayê pêşnageha sêyemîn a kulîlkan ji bo bîranîna şehîd Umer Elûş ku ji damezrînerê Meclisa Sivîl a Reqayê bû vekire û vekirina pêşangehê li Parka Reşîd a naverasta bajêr pêk hat.

Ji bo bîranîna Umer Elûş, şaredariya Reqayê pêşangeheke kulîlkan vekir
Ji bo bîranîna Umer Elûş, şaredariya Reqayê pêşangeheke kulîlkan vekir
Ji bo bîranîna Umer Elûş, şaredariya Reqayê pêşangeheke kulîlkan vekir
Ji bo bîranîna Umer Elûş, şaredariya Reqayê pêşangeheke kulîlkan vekir
Ji bo bîranîna Umer Elûş, şaredariya Reqayê pêşangeheke kulîlkan vekir
Ji bo bîranîna Umer Elûş, şaredariya Reqayê pêşangeheke kulîlkan vekir
Ji bo bîranîna Umer Elûş, şaredariya Reqayê pêşangeheke kulîlkan vekir
15 adar, 2021   21:25
REQA

Îro salvegera 3’yemîn a şehadeta têkoşer û ji yek damezrînerê Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Elûş e û ji bo wê Şaredariya Gel a Reqayê bi boneya salvegera şehadetê pêşangeheke kulîlkan vekir.

Di vekirina pêşangehê de hevserokatiya Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm, Fehîme Casim û cîgirên wan, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û bi dehan şêniyên bajêr amade bûn.

Vekirina pêşangehê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê Ewatif Îsa bixêrhatina beşdaran kir û pêşangeh li wan pîroz kir û diyarî şehîdan kir.

Dûvre hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm wiha got: "Divêyabî ku me peyamek di vê rojê de ji tevahî dewletên cîhanê re bişanda, ew jî roja 15’ê Adarê ye û dîroka ku tê de buyer û azar li ser gelê Sûriyê re derbas bûne."

Îbrahîm wiha domand: "Em di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di xebatên xwe de berdewam in ku ev dîrok bibe destpêka aştiyê û beşdariya li rêveberî û rêvebirina Sûriyê ber bi pêşeroj, ewlehî û aştiyê ve. Ev dîrok, dîroka kulîlkan e û dê bibe kilîtê yekemîn ji Sûriyê re ya ber bi demokrasiyê ve û dê bibe deriyê berdewamê yê ber bi metoda demokrasiyê ve."

Piştre hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm deriyê pêşangehê vekir û bi wê re ev pêşangeha sêyemîn e ku ji destpêka rizgarkirina bajêr ve Şaredariya Gel a Reqayê vedike.

Her wiha beşdar li nava pêşangehê gerîn û dûvre koma hunerên gelêrê çand û hunera Reqayê digel dîlana ji hêla gel de vejand.

(fr)

ANHA