QSD′ê 4 DAIŞ′î girtin

QSD′ê li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê 4 çeteyên DAIŞ′ê girtin.

QSD′ê 4 DAIŞ′î girtin
17 cotmeh 2023   16:35

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh (Duşemê 16′ê Cotmehê) du operasyonên ewlehiyê li bajarokê Şihêl ê gundewarê başûrê Dêrazorê li dar xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyonan de 4 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin û miqdarek çek û teqemenî hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di her du operasyonan de, 4 endamên şaneyê hatin girtin. Endamên şaneyê di karê qaçaxçîtiya çekan de çalak bûn. Çek, cebilxane û mayîn digihandin rêxistina DAIŞ a terorîst da ku kiryarên terorî li dijî hêzên me û saziyên sivîl pêk bînin û ewlehî û istiqrara herêmê têk bibin.′′

Li gorî daxuyaniyê çek û alavên leşkerî yên hatin desteserkirin ev in:

Kilaşînkof: 1

Bombeyên destan: 2

Mayîn: 1

Telefonên destan: 8

Telefonên normal: 1

Wî-Fî: 2

Belgeyên kesayetî

Hinek alavên leşkerî.

(bb)

<iframe width="677" height="448" src="https://www.youtube.com/embed/4X48mxOyuLE" title="قوّاتنا وبدعم من التَّحالف الدّوليّ تُلقي القبض على 4 عناصر لـ&quot;داعش&quot; بريف دير الزور الجنوبيّ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>