Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?

Li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêka bilindbûn û cêwaziya buhayên kelûpelan heye. Li gel gazincên welatiyan û behaneyên bazirganan aliyên pêwendîdar hewl dide buhayan kontrol bike.

Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
Pirsgirêka bihabûnê; kî berpirsyar e û dê çawa were kontrokirin?
6 ÇILE, 2021   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Di sûkên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qerebalixa şêniyan heye, lê ji ber bilindbûn û cêwaziya kelûpelan ji dikanekê heta bi dikaneke din, bi taybet madeyên xwarinê tevgera şêniyan û kirîna madeyan pir lawaz e. Gelo sedemên bilindbûn û cêwaziyên buhaya kelûpelan çi ne, kî buhayan li gorî xwe bilind dike û rêbaza çareseriya vê pirsgirêka ku bandorê li rewşa debara şêniyan dike, çi ye?

Têkildarî mijarê, aborînas Elaedîn Ferhan da zanîn ku di dawiya 2020’an û destpêka 2021’an de tevgera kirînê li sûkan kêm bûye, sedema vê yekê bilindbûn û cêwaziya buhaya kelûpelan e.

'BAWERİYA Dİ NAVBERA BAZİRGAN Û MEZEXÊRAN DE TUNE YE'

Ferhan wiha got: "Em dibînin ku gelek şênî di kirînê de dudilî ne. Ew jî ji ber kêmbûna nirxê lîreya Sûriyê ya bi sedema cezayên li dijî Sûriyê û şerê li welat e."

Ferhan diyar kir ku  tenê madeyên bingehîn ên pêwîst tên kirîn. Ji ber di radeya yekemîn de, kirîn xwe dispêre baweriyê. Ji lew ra dema kesek cêwaziya bihayan dibîne di kirînê de dudilî dibe.

Ferhan destnîşan kir ku baweriya di navbera bazirgan û mezexêran de hema hema tune ye û piştrast kir ku divê bawerî bi rêya kontrolkirin û yekkirina bihayan xurt bibe.

BILINDBÛN Û CÊWAZIYA BIHAYAN

Tevî ku lîsteyên bihayan di tevahî dikanên bazirganiyê yên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, lê bihaya firotana rastîn ji dikanekê heta ya din cudatir e.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/06/071323_nahd-hmw-7e1.jpg

Girêdayî mijarê, şêniya bi navê Nahid Hemo azaran ji ciyawaziya bihayên li sûkên Qamişlo dikişîne û neçar dibe ku di pirî rojan de bi gelek saetan li sûkan bigere, da ku pêdiviyên madeyên xwarin û malê bi bihayeke li gorî xwe bikire. Nahid Hemo wiha got: "Ciyawaziya bihayan bandorê li rewşa me dike."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/06/071450_jwrj-jbreyl7e1.jpg

Corc Cebraîl, di dema ji sûka sebzeyan a Qamişlo ve vedigere mala xwe û bi dest de gelek tûrên sebzeyan heye, ji ber bihabûnê bi gilî kir û got ev bihabûn bandorê li rewşa debarê ya welatiyan dike û rojane bihaya kelûpelan bilind dibe.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/06/071505_aly-shdad-7e1.jpg

Li aliyekî din jî Elî Şedad ê ji Til Koçerê eşkere kir ku ew ji bo kirîna hin madeyên xwarinê ji malê re, ji dikanekê diçe dikanekê li sûka Qamişlo.

Şedad  li ciyawaziya bihayên kelûpelan jî diyar kir ku bihayên piranî madeyên xwarinê bilind e, bihaya her kelûpelekê ji dikanekê heta bi dikanekê cudatir e."

Şedadê piştrast kir ku divê biha bibe yek, bi taybet madeyên xwarinê û wiha pê de çû: "Divê çavdêriyek hebe û bihaya her kelûpelekê were lêkolînkirin, ji berhemdar bigire heta digihîne ber destê mezexêr û biha li gorî wê were diyarkirin."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/06/071528_ranya-mhmd7e1.jpg

Hevseroka Şaxê Zimhêrê ya kantona Qamişlo Ranya Xelîl Mihemed piştrast kir ku xwesteka Şedad, di dema niha de zehmete pêk bê, ji ber tu kargeh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ne û wiha got: "Em nikarin lêkolîneke der barê bihaya kelûpelan de bikin. Sedema vê yekê jî ew e ku tu kargehên mezin li herêmê tune ne."

Ranya Xelîl Mihemed eşkere kir ku wan tevahî şaxên Zimhêrê yên li kantonê ji bo çavdêriya li bihayan agadar kiriye û wiha domand: "Komîteyên me bi erkên xwe yên pêkanîna dewriyeyan radibin û di dema lîreya Sûriyê li hember dolar dadikeve û radibe de, bihayên nû datînin."

SEDEMÊN CIYAWAZIYÊN BIHAYAN

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/06/071612_jmal-amr-dyb-7e1.jpg

Şêniyê bi navê Cemal Umer Dîb ê ku li gel wî dikaneke madeyên xwarinê li sûka navendî ya Qamişlo heye, wiha bi lêv kir: "Sedema sereke ya ciyawaziya bihayan keysbaziya bazirganên mezin ên ku madeyên xwarinê didin sûkan."

Bo nimûne, Dîb wiha piştrast kir: "Me qutiyeke metê bi 2 hezar û 900 lîreya Sûriyê difirot, di roja din jî me bi heman bihaya ku firotiye, ji bazirgan dikirî. Tevî ku bilindbûna nirxa lîreya Sûriyê li hember dolar bi heman nirxa roja beriya wê ye."

Dîb destnîşan kir ku sedema sereke ya bilindbûna bihayan keysbaziya bazirganan e, ne nirxa lîreya Sûriyê ya li hember dolar e. Ji ber ku bazirgan bihayan bi dolar bilind dikin, ew yek jî bi bihaneya lêçûnên barkirin û anînê ye. Dîb wiha berdewam kir: "Beriya hefteyekê, bihaya destiyekî mayonêz 17 dolar bûn û di vê hefteyê de bû 21 dolar."

Ne tenê ev yek nêrîna Cemal Umer Dîb bû, lê belê gelek bazirganên biçûk jî vê yek piştrast dikin. Lê belê bazirganên mezin ên li bajêr ên ku madeyên xwarinê li dikanên bazirganiyê belav dikin, der barê mijarê tu nîqaş û gotin nekirin.

Li aliyekî din jî hevseroka şaxê Zimhêrê ya kantona Qamişlo Ranya Xelîl Mihemed da zanîn ku madeyên xwarin ji gelek aliyan û ji herêmên cuda yên ji hundirê Sûriyê û derveyî wê ve, derbasî herêmê dibin.

Ranya Xelîl Mihemed wiha gotina xwe berdewam kir: "Em fatoreyên bazirganan dişopînin û li gorî wê bihayeke guncaw diyar dikin. Lê tevî wê jî bazirganan bihayan bilind dikin."

Bazirgan dergehên ku tê re madeyên xwarinê derbasî herêmê dikin, wekî bihaneyekê bi kar tînin û dibêjin ew bertîlan didin aliyên ku serweriyê li van dergehên ku li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser, dikin. Ji lew re ew wê lêçûnê dixin ser nirxa kelûpelan û li gorî bihayan dikin.

PÊNGAVEK JI BO SÎNORDARKIRINA KEYSBAZIYÊ

Rêveberiya Xweser di 17’ê Hezîran par de gelek tedbîrên sînordarkirina keysbaziya kelûpelan girtin, da ku bar û azarên aloziya aborî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivik bikin. Ji wan tedbîran, vekirina saziyên mezexêran li tevahî bajar û navçeyên herêmê ku tê de tevahî madeyên xwarinê heye, jê jî saziya mezexêr a Newrozê ya ku di 15’ê Cotmehê de li Qamişlo hatiyê vekirin.

Şêniyê bi navê Hesen Ubeyd ê ji Qamişlo wiha axivî: "Di saziya Newroz de tevahî madeyên xwarinê hene. Di bihayên wê û dikanên bazirganiyê de ferqeke eşkere heye, ew jî ji 300 heta bi 400 lîreya Sûriyê ye."

Lê belê pispor diyar dikin ku tenê saziyeke mezexêran li bajarê hebe, têrê nake û divê hejmara wê zêdetirî 6’an be, da ku pêdiviya şêniyên dabîn bike.

Di vî warî de Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê piştrast kir ku projeya saziyên mezexêran di pratîkê de ye û dê navendên dîtir li gelek bajar û navçeyan werin vekirin.

 ‘DIVÊ ALIYEKÎ ÇAVDÊR HEBE’

Pispor piştrast dikin ku ligel zêdekirina hejmara saziyên mezexêran, divê aliyekî çavdêr jî hebe ku bihayan bi awayekî dorveger li dikanan bişopîne. Ji ber tevahî şênî nikarin xwe bigihînin saziyan.

Di vê çarçoveyê de, Ranya Xelîl Mihemed eşkere kir ku wan qanûna parastina mezexêr û zimhêrê guhartiye û bendên tund danîne. Her wiha hevserokatiya herêma Cizîrê li ser wê erê kiriye. Ev yek ji bo sekna li hember xwediyên dikanên bazirganiyê yên ku bi bihayan dilîzin û li gorî lîsteyên zimhêrê tev nagerin.

Di benda 4’an a qanûna parastina mezexêran û zimhêrê ya madeya 32’yan de cezaya ku li dijî bazirgan an jî xwediyên dikanê were birîn heye, heke biryar bin pê kirin.

Naveroka vê madeyê wiha ye; Her kesê lîsteyên zimhêrê bin pê bike, ceza ji 10 hezar heta bi 100 hezarî heye an jî ji 10 rojan heta bi mehekê dikeve girtîgehê, lê heke binpêkirinên hate dubarekirin, her du ceza tên birîn.

PÊŞNIYAR

Ji bo çareserkirina pirsgirêka bilindbûn û ciyawaziya bihayan, aborînas Elaaedîn Ferhan piştrast kir ku divê çavdêriyeke zimhêrê ya tund hebe, da ku sûkan kontrol bike û wiha got: "Divê xebat komîteyên zimhêrê pir tund be, bi taybet dema bilindbûn û daketina dolar li hember lîreya Sûriyê."

Ferhan diyar kir ku pêwîst e tevahî bazirgan bi rêya toreyan bi Nivîsgeha Çavdêriya Zimhêrê ve werin girêdan û divê firotana madeyan bi rêya barkordê û nivîsgeha cerdkirina depoyan be. Ji wê zêdetir jî komîteyên zimhêrê yên ku firotina li derveyî nivîsgehên çavdêriyê pêk tê, belge dikin. Ferhan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Pêdiviya vê kedeke mezin heye û rêveberî jî dikare vê yekê pêk bîne."

(fr)

ANHA