Kêmtirîn lêçûna malbatekê gihîşt 8 milyon lîreyî

Kêmtirîn lêçûna jiyanê ji bo malbateke sûriyeyî di meha Îlonê de gihîşt 13.1 milyon lîreyî, rêjeya herî kêm jî 8.2 milyon e. Di heman demê de mûçeya herî kêm tenê têra ji sedî 9.5`ê pêdiviyên mehane dike.

Kêmtirîn lêçûna malbatekê gihîşt 8 milyon lîreyî
28 îlon, 2026   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Endeksa Qasyûn a Mesrefa Jiyanê, mesrefa jiyanê ji bo malbateke sûriyeyî ya ji 5 kesan pêk tê, di çaryeka sêyemîn a sala 2026`an de zêde bû û mehane gihîşt herî kêm 8 milyon 191 hezar û 250 lîreyî. Di heman demê de navînî gihîşt 13 milyon û 106 hezar lîreyî.

Li gorî raporek ku ji hêla rojnameya Qasiyûn ve hat weşandin, endeks nîşan dide ku lêçûna navînî ya jiyanê li gorî dawiya Hezîranê bi qasî 325 hezar û 333 lîre zêde bûye. Her wiha mûçeya herî kêm bi qasî 203 hezar û 333 lîre zêde bû.

Mûçeya herî kêm a fermî li Sûriyeyê mehane milyonek û 256 hezar lîre ye ku li gorî hesabên endeksê, tenê bi têra bi qasî ji sedî 9.5’ê lêçûna navînî ya malbatekê dike.

(k)

ANHA