Bihabûn zexteke giran li sûriyeyiyan dike

Li Sûriyeyê xurek û sotemenî gelekî biha bûne, sûriyeyî gihîştine wê astê ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin.

Bihabûn zexteke giran li sûriyeyiyan dike
Bihabûn zexteke giran li sûriyeyiyan dike
Bihabûn zexteke giran li sûriyeyiyan dike
23 îlon, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bazarên Sûriyeyê kel û pel bihabûne û li gorî pîşesaziyan bihabûn bi bihayê sotemenî û veguhaztinê ve girêdayî ye. 

Ji Şamê pîşesaz Seîd El Salim ji ajansa me re got wî daneyên lêçûnên berhemên taybet ên ew çêdikin pêşkêş kirine û anî ziman ku lêçûna çêkirine ji sedî 20-25 zêde bûye.

Her wiha El Salim da zanîn ku wî daneyên lêçûnan pêşkêşî aliyên têkildar ên Wezareta Aborî û Pîşesaziyê û bihabûna berhemên kevn û nû ji nûve hatiye diyarkirin.

El Salim ji bo sedema bihabûnê jî got guhertina bihabûna madeyan li gorî nêrîna wî bi daketina nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî, ve girêdayî ye. Her wiha pirsgirêkên li Tengava Hurmiz bandorê li ser bihabûna barhilgir û veguhaztinê dike û ji xwe li Sûriyeyê pirsgirêkên aborî hene.

El Salim anî ziman ku dema ew daneyên lêçûnan ên bihabûna madeyan pêşkêş nekin, muxalefet li wan dibirin û ew jî ji ber aliyên çavdêr û li ser hevdû guhertina bihayê madeyan, tengav dibe.

Li bazara El Meydan a Şamê bazirganê mast û penîr Ziyad Osman got ji ber bihabûnê malbat nema dikarin wekî berê pêdiviyên xwe pêk bînin, kîloyeke zeytê bi 80 hezarî ye lê malbat hene tenê dikarin bi 5 hezaran zeyt bikirin, bazirgan neçar dimînin bi qasî 5 hezarî zeyt têxin kîsan û bifroşin şêniyan. Êdî gelek malbat hene ku nema dikarin bi kîlo yan bi miqdarên mezin madeyan bikirin û êdî rojane dijîn.

Osman di derbare rewşa xelkê de got bi milyonan deynê min li xelkê ne û nikarin deynên xwe bidin, êdî em ketine rewşa ku kesên temen mezin parsektiyê bikin.

BUHAYÊN SEBZE Û FÊKÎ LI BAZARÊ

Nûçegihanê me li bazaran geriya û got kîloyeke fasûlyaya kesk bûye bi 40 hezar lîre, bamya 35 hezar lîre, lobî 26 hezar, xiyar nêzî 9 hezar lîre, bacanên sor 6 hezar lîre, kûsa 7 hezar lîre, bacanên reş 5 hezar lîre, petat 5 hezar û 500 lîre, kîloyek sîr nêzî 30 hezar lîre, pîvazên hişk 5 hezar lîre, leymûn 20 hezar û zeytûnên kesk 25 hezar lîreyî ye. Bihabûna sebze û fêkiyan li her dikanekê ji ya dîtir cûdatire.

Endamê berê yê Komeleya Parastina Xerîdaran ê nexwest navê xwe bêje anî ziman ku li bazaran tevlîhevî heye û bihabûna madeyan ne weke hev e, hinek bazirgan berî pîşesaziyan madeyan biha dikin, çiqasî dolarê amerîkî bilind bibe bazirgan her tiştî li gorî wê biha dikin.

REWŞA ABORÎ BANDORÊ LI CIVAKÊ DIKE

Di vê çarçoveyê de pispora civakî û mamosteya li Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Şamê ku nexweş navê xwe eşkere bike got bihabûn gelekî bandor li ser jiyana civakê kiriye, heke ev zext li ser civakê bidome dê rêjeya xizaniyê bilind bibe, mînak li Şamê min dît xelk nema dikarin kirya rêya xwe bidin, li xwaringeheke gelêrî ya fûl difroşe kesek hat daxwaza xwarina ji ber xelkê ma ye, kir, an jî diçin ser çopê xwarina ku avêtine dineqînin û dixwin.

Pispora civakî diyar kir ku heke xizanî û birçîbûn bidome dê pirsgirêkên civakî zêdetir bibin, li Sûriyeyê cûdahiya çînî zêde bûye, hinek malbat rewşa wan a aborî baş bûye û hinek jî bêkarin û nikarin xwe xwedî bikin.

SOTEMENÎ BARÊ WELATIYAN GIRAN DIKE

13`ê Îlonê li Sûriyeyê sotemenî biha bû, li gorî bihabûna nû benzîna 95 bi 195 lîre, benzîna 90 bi 185 lîre, mazot bi 175 lîre, gaza malan bi hezar û 600, gaza xwezayî bi 2 hezar û 560`î ye.

Wezareta Enerjiyê jî got rafineriya Banyas dê were nûjenkirin û ew neçarin sotemenî û gazê ji derveyî Sûriyeyê bînin. Her wiha Wezaretê got sererastkirina bihayê sotemenî û gazê demkî ye heyanî rafineriya Banyasê nû bikin.

Gerînendeyê Daîreya Çapemeniyê ya Wezareta Enerjiyê Ebdulhemîd Selat got bihayê hilberînên petrolê ne satibe û li gorî lêçûn û şert û mercên bazarên cîhanî tê guhertin.

Piştî sotemenî biha bû Sûriyeyî li hemû parêzgehên Sûriyeyê xwepêşandan bi rêxistin kir, Wezareta Enerjiyê 17`ê îlonê bihayê lîtreya mazota zivistanê û çandiniyê kir bi 115 lîre, qadên xizmetguzariyê lître bi 150 lîre û mazota dîtir lître bi 175 lîre, li gorî Wezîr Mihemed El Beşîr lîtreya bi 175`î bi 206 lîre tê frotin.

HIKUMET ÇI DIBÊJE?

Roja yekşemê (20 Îlon) wezîrê enerjiyê Mihemed El Beşîr li Meclisa Gel axivî û got ew dixebitin da ku hilberîna petrol, gaz û eletrîkê zêde bikin û şebekeyên enerjî û avê nûjen bikin, hedefa wan ewe ku heyanî sala 2028`an pêdiviya petrolê pêkbînin û 7 salan a gazê pêk bînin.

Ji bo eletrîkê jî wezîrê enerjiyê got berê hilberîna eletrîkê 915 megawat bû lê niha zêde bûye û bûye nêzî 3 hezar û 500 megawat, li gelek parêzgehan 18-20 saetan elektrîk heye.

(np)

ANHA