Gerînendeya Sotemeniyê ya Eyn Îsayê zêdetirî 7 milyon lître mezot li cotkaran belav kir

Gerînendeya Sotemeniyê ya navçeya Eyn Îsayê xebatên belavkirina mazotê li cotkarên navçeyê bi dawî kirin û sedemên dernegmayîna bidawîkirina vê xebatên diyar kirin.

Gerînendeya Sotemeniyê ya Eyn Îsayê zêdetirî 7 milyon lître mezot li cotkaran belav kir
Gerînendeya Sotemeniyê ya Eyn Îsayê zêdetirî 7 milyon lître mezot li cotkaran belav kir
Gerînendeya Sotemeniyê ya Eyn Îsayê zêdetirî 7 milyon lître mezot li cotkaran belav kir
Gerînendeya Sotemeniyê ya Eyn Îsayê zêdetirî 7 milyon lître mezot li cotkaran belav kir
Gerînendeya Sotemeniyê ya Eyn Îsayê zêdetirî 7 milyon lître mezot li cotkaran belav kir
6 ÇILE, 2021   09:05
EYN ÎSA

Gerînendeya Sotemeniyê ya  navçeya Eyn Îsayê xebatên belavkirina mazotê li cotkarên zeviyên bejî û avî bi dawî kirin. Li gorî gerînendeyê derdora 7 milyon û 23 hezar û 75 lître mazot hatiye belavkirin.

Li gorî plansaziya îsal a gerînendeyê, wê ji bo her hiktarek zeviya avî 60 lître û ji bo her hiktarek zeviya bejî 20 lître mazot li cotkaran were belav bike.

Li gorî berpirsên xebatên belavkirinê, di dema bê de dê sotmenî li cotkarên ku bi rêya motoran zeviyên xwe av didin, were belavkirin.

Gerînendeya Çandiniyê ya kantona Girê Spî îsal 867 ruxsetên çandiniyê dane cotkarên ku zeviyên xwe bi motoran av didin.

Gerînende her sal di Kanûnê de xebatên belavkirin sotemenî bi dawî dike, lê îsal belavkirin dereng ma.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/06/090644_-.jpg

Endamê rêveber ê Gerînendeya Sotemeniyê ya Eyn Îsayê Mueyed El-Mûsa sedemên derengmayîna belavkirinê vegerandin êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeyê û topbarana domdar.

El-Mûsa wiha domand: “Li ser rêya M4 7 stasyonên sotemenî hene, jê 3 çalak in, lê dema navçe tê topbarankirin, ew tên girtin.”

El-Musa piştrast kir ku ew di 24 saetan de dixebitin da sotemenî bigihînin tevahiya cotkaran.

Îsal rûbera zeviyên ruxsetkirî yên bejî yên li kantona Girê Spî gihaşt 148 hezar û 290 doniman û yên avî gihaşt 319 hezar û 682 doniman. Ev zevî li bajarokê Cirin, navçeya Eyn Îsayê, Silûk, Hîşe û Ebû Xerzeyê ne.

(şx)

ANHA