Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne

Cotkarên Hesekê got hilberandin û sotemenî biha bûne û ji aliyên têkildar daxwaz kir bi wan re bibin alîkar.

Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
Cotkar: Lêçûnên me zêde ne, em tengav bûne
5 tebax, 2026   04:50
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê cotkaran anî ziman ku mesrefa çandiniyê biha ye û derfetên wan nîn in ku çandiniyê bikin.

Salih Ferhan El Ferûx got: "Buhayê sebze li gorî miqdarê li bazarê tê guhertin. Her wiha sebze li bazarê ne biha ye, lê dikandar û bazara reş sebze biha difiroşin. Ji ber sotemenî, veguhastin û heqê destê karkeran biha ne, cotkar zêde sûd ji çandiniyê nagirin. Heke ji bo sotemeniyê û gubre bi cotkaran re nebin alîkar û krediyên çandiniyê nedin wan, dibe ku cotkar êdî çandiniyê nekin."

Ebdulrezaq Hemîd Cûma li ser rewşa cotkaran axivî û got: "Em ji bo sotemeniyê gelekî tengav dibin. Jixwe veguhastin jî biha ye. Di vê dema dawiyê de pereyên kevn qebûl nakin û vê yekê bandor li karê me kiriye. Em ji aliyên têkildar dixwazin ku gubre û krediyên çandiniyê bidin me û buhayê sotemeniyê kêm bikin."

Bazirganê bi navê Hisên Bedir Xalid jî got, tevî daketina buhayên sebzeyan jî lê tevgera sûkê bi awayekî ber bi çav paş ketiye. Hisên  Xalid sedema vê yekê spart zêdebûna mesrefên çandiniyê, barkirin, pirsgirêka pevguhertina pereyan.

Xalid bal kişand ser muhleta pevguhertina pereyên kevn bi yên nû û diyar kir ku muhleta heya 6‘ê Tebaxê têrê nake. Her wiha got, eger welatî di muhleta hatiye diyarkirin pereyên xwe neguherin, dê ji dest bidin.

(np)

ANHA