​​​​​​​Li taxa Zeredeşt a Serêkaniyê teqînek pêk hat- HATE NÛKIRIN

Beriya çend kêliyan li taxa Zeredeşt a bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên destpêk kuştî û birîndarên çeteyan hene.

​​​​​​​Li taxa Zeredeşt a Serêkaniyê teqînek pêk hat- HATE NÛKIRIN
6 ÇILE, 2021   09:25
 HESEKÊ

Çavkaniyên herêmî bajarê Serêkaniyê ji nûçegihanê ajansa me re ragihandin ku beriya çend kêliyan li nêzî avahiya nifûsan a li taxa Zeredeşt a bajarê Serêkaniyê yê dagikirî, teqînek pêk hat.

Çavkaniyan destnîşan kir ku li gorî agahiyên destpêk di teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan hene, lê agahiyên li ser hejmara wan hîna negihaştine ber dest.

Çavkaniyan her wiha dauxyand ku ji sivîlan qurbanî çênebûne.

/kr/uploads/files/2021/01/06/102451_2222.webp

(cx)

ANHA