Li Til Temir bi daxwaza şertên jiyanê çalakî hat lidarxistin

Xelkê bajarê Til Temirê nerazîbûna xwe li hember bilindbûna bihayan, xerab ya rewşa jiyanî û daxwaza pêkanîna tedbîrên bilez çalakî li darxistin.

Li Til Temir bi daxwaza şertên jiyanê çalakî hat lidarxistin
Li Til Temir bi daxwaza şertên jiyanê çalakî hat lidarxistin
Li Til Temir bi daxwaza şertên jiyanê çalakî hat lidarxistin
Li Til Temir bi daxwaza şertên jiyanê çalakî hat lidarxistin
Li Til Temir bi daxwaza şertên jiyanê çalakî hat lidarxistin
Li Til Temir bi daxwaza şertên jiyanê çalakî hat lidarxistin
27 tebax, 2026   20:04
HESEKÊ

Ji 2 mehan ve li Til Temirê çalakiyên ji bo redkirina bilindbûna bihayên sotemenî û madeyên bingehîn û bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî çalakî dewam dikin.

Vê êvarê şêniyan li ser rêya M4 çalakiyek li dar xist, rê qut kir. Armanc ji vê yekê peyama wan bigihîne aliyên eleqedar û berdewama bilindkirina bihayan û nedîtina çareseriyên barbiçav red bikin.

Şêniyan banga kêmkirina bihayên sotemenî û madeyên bingehîn, dîsplînkirina sûkan û sînordarkirina bihabûnê kir û diyar kir ku bilindkirina bihayên sotemeniyan bandoreke rasterast li tevahî aliyên jiyanî dike.

Şêniyan got hemwextî bilindbûna bihayan hêza kirînê paş ketiye. Wê yekê peydakirina hewcedariyên rojane zehmettir kiriye.

(f)

ANHA