Siberoja mamoste û xwendekarên Kurd ên li Heleb û Efrînê dê çawa be?

Di sala nû ya xwendinê de rewşa 25 hezar xwendekar û 4 hezar û 265 karmend û mamosteyên ji Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hîna diyar nebûye. Her wiha siberoja materyalên zimanê Kurdî hîna zelal nebûye.

Siberoja mamoste û xwendekarên Kurd ên li Heleb û Efrînê dê çawa be?
30 tebax, 2026   05:47
HELEB

Tevî ku behsa entegrekirina saziyên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser tên kirin, tevî tê gotin ku tu karmend wê ji kar neyê dûrxistin, lê hîna rewşa xwendekar û kadroyên perwerdeyên yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û herêma Efrînê nediyar e.

Bi nêzîkbûna destpêkirina sala nû ya xwendinê (2026-2027) re pirsa gelo wê rewşa mamoste, xwendekar û minhacên bi zimanê Kurdî çawa be derdikeve pêş. Ev mijar jî wekî dosyaya sereke ya dan û standinên di navbera hikumet û Rêveberiya Xweser de ye, lê hîna li benda çareseriyê ye.

Di pêvajoya Rêveberiya Xweser de 3 zimanên sereke (Kurdî, Erebî û Suryanî) wekî zimanên sereke li dibistanan dihatin dayîn û her pêkhateyek bi zimanê xwe hîn dibû. Li Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Erşefiyê yên Helebê ku niştecihên wê Kurd in dibistan, peymangeh û zanîngehên bi zimanê Kurdî ders didan hatin vekirin. Lê bi pêvajoya entegrasyonê de hîna rewşa kadroyên perwerdeyê li gotî daneyên fermî hejmara wan 4 hezar û 265 mamoste karmend e her wiha rewşa minhac û saziyan zelal nebûne.

Li her du taxên navborî 13 dibistan hebûn, 3 ji wan girêdayî Rêveberiya Xweser bûn û 10 jî yên hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de bûn. Derdora 25 hezar xwendekar ên hemû astan (Seretayî, navîn û amadehî) li van dibistanan dixwendin. Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif a amadekirina mamosteyan jî gelek mamoste ava kirin.

Beriya êrişên li ser her du taxan zêdetirî 400 mamoste ku piraniya wan girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bûn, li van dibistanan ders didan. Lê bi êrişên destpêka îsal û koçberiya şêniyan re, proseya perwerde jî sekinî.

Piştî ku di çarçoveya peymana di navbera QSD û hikumeta veguhêz de koçber vegeriyan malên xwe, şandeyek ji mamosteyên her du taxan ji bo hevdîtina bi gerînendetiyê Perwerdeyê yê Helebê Enes Qasim re bikin, serî li gerînendeyê dan. Li gorî mamosteyan, wan rasterast hevdîtinê bi gerînendetiyê perwerdeyê yê Helebê re nekirin, lê rewşa xwe bi rêveberên nivîsgeha wî Hesan Sikir û Sefiya Telca li nivîsgeha Geşkirina Îdarî ya Gerînendeya Perwerdeyê ya Helebê parve kirin, lê bersivên ku wergirtine, ne zelal bûn.

Mamosteyan dane zanîn ku Sefiya Telca ji wan xwest ku dosyayên xwe dîsa bi forma Excelê bişînin da ku ew jî ji aliyê xwe ve bişînin Şamê. Mamosteyan gotin, xwestina careke din a dosyayan fikar li cem  wan wekî mamoste çêkir, nemaze ku wan berî 4 mehan dosyayên xwe şandibûn.

PÊVAJOYA PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ LI HELEBÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?

Perwerdeya bi zimanê Kurdî li Helebê beriya Şoreşa 19‘ê Tîrmehê bi dehên salan dest pê kiribûn. Di salên 1980-1990‘î de dersên zimanê Kurd di malan de bi awayekî veşartî dihatin dayîn. Di sala 2012‘an de Saziya Zimanê Kurdî li beşa rojava ya Şêxmeqsûdê hat vekirin û bi çavdêriya 6 mamosteyên pispor 4 nifş hatin perwerdekirin. Piştî 7 mehan an ku bi êrişên li ser her du taxan re perwerde sekinî. Di sala 2013‘an de proseya perwerdeya bi zimanê Kurdî dîsa dest pê kir û di sala 2014‘an zimanê Kurdî derbasî minhacên dibistanan bû.

Di sala 2016‘an de careke din êriş li ser her du taxan dest pê kirin, ji ber vê yekê dersên zimanê Kurd li jêrzemînên avahiyan dihatin dayîn. Piştre xebatên perwerdeyê bi sîwana Komîteya Perwerde û Civaka Demokratîk de dewam kir.

Bi koçberiya şêniyên Efrînê ya ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ber bi Helebê ve (2018) malek li beşa rojava ya Şêxmeqsûdê ji bo pewerdeya bi zimanê Kurdî hat diyarkirin. Di sala 2020‘an de mal wekî dibistanekî hat destnîşankirin ku navê Şehîd Qehreman Efrîn lê hat kirin. Dersên lê dihatin dayîn li gorî minhacên Rêveberiya Xweser bû.

Bi zêdebûna hejmara xwendekaran re, di sala 2022‘an de dibistana Şehîd Avaşîn Demhat û dibistana Şehîd Cûdî Amanos hatin vekirin. Di sala 2023‘yan de peymangeha Şehîd Zozan Yûsif a Amadekirina Mamosteyan hat gihandin.

Li herêma Efrînê jî beriya ku ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin yekem dibistan, peymangeh û zanîngeh ên ku bi zimanê Kurdî ders didan hatin vekirin.

Di 6‘ê Çileya 2011‘an de li gundê Diraqliya dibistana yekemîn a zimanê Kurdî (Dibistana Şehîd Fewzî) li ser asta Rojava hat vekirin. Piştre 318 dibistanên seretayî, navîn û amadehî hatin vekirin. Derdora 50 hezar xwendekar li van dibistanan dixwendin. Hejmara mamoste û karmendan jî 3 hezar û 712 bûn. Li kêleka dibistanên giştî bi dehan dibistanên taybet jî hebûn.

Di sala 2014‘an de Peymangeha Şehîd Viyan Amara a amadekirina mamosteyan bi 11 beşan hat vekirin. Hejmara xwendekaran derdora 500 bû û ji aliyê 82 mamoste û bi dehan karmendan ve dihat birêvebirin.

Di Tebaxa 2015‘an de Zanîngeha Efrînê bi fakulteyên bijîşkî, endazyariya elektromekanîkî, ragihandin, aborî, candinî û wêjeya Kurdî hat vekirin. Beriya êriş dest pê bike 469 xwendekar lê  zanîngehê dixwendin ku ji aliyê 51 mamoste û nêzîkî 20 karmendan ve dihatin çavdêrîkirin.

Bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê re perwerde sekinî û saziyên perwerdeyê hatin talankirin û xirabkirin. Her wiha leşkerên Tirk û çeteyên wê hin ji wan kirin baregehên leşkerî.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê dane ajansa me, di wê demê de 65 mamosteyên zimanê Kurdî hatin revandin.

(bb)

ANHA