Devera Nebî Hûrî tê wêrankirin û paşguhkirin

Deverên şûnwarî li bajarê Efrîn, yek jê jî devera Nebî Hûrî rastî wêrankirin û paşguhkirinê tê, xebatên kolandina ne rewa ji sala 2019`an heta niha hatin belgekirin.

Devera Nebî Hûrî tê wêrankirin û paşguhkirin
19 tebax, 2026   10:51
EFRÎN

Bi dîmen û wêneyên nû ANHA`yê, wêranî û kolandinên bê serûber yên li devera Nebî Hûrî ya ku bi çavakniyên cuda yên dîrokî bi navê bajarê Sîros (Korş) yê şûnwarî tê naskirin, şopand. Devera Nebî Hûrî derdora 45 km, li bakur rojhilatê bajarê Efrînê yê girêdayî Parêzgeha Helebê dikeve. 

Li gorî şahidiya şêniyên gundê Dêr Sewan yê nêzî devera Nebî Hûrî piraniya kolandinên ku çêdibin di dema dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajêr re ye, axa deverê ji cih xwe hat rakirin, gelek bîrdarî yên girêdayî deverê ji ber gera li şûnwaran hatin wêrankirin, ew şûnwar hatin revandin û bi rêyên neqanûnî hatin firotin.

Beriya niha kovara Heritage ya zanistî li gorî lêkolînekê diyar kiribû ku bajarê Efrîn, bajarê herî zêde yê ku rastî wêrankirina şûnwarî hatiye.

Li gorî lêkolînê xebatên rakirina axa devera Nebî Hûrî (Sîros) a li gundewarê Efrînê, di nîvê sala 2019`an dest pê kiriye, bi wêneyan jî di Cotmeha 2020`an wêrankirina deverê ya bi rêya Heyvên Çêkirî (Satelît) awayeke nêzî bitemamî hatiye dîtin

Piştî dîtina beldozeran li ser gir sala 2019`an de, di lêkolînê de wêraniya ku hate belgekirin bi navê “CRN 4715” hat binavkirin. Di sala 2022`an de bi beldozeran hemû darên Zeytûnan hatin rakirin, bi temamî jî axa şûnwarî ji deverê hat rakirin.

Dîmenên ajansa me kolandina di nîva şûnwara li deverê de diyar dike, ew jî yek ji xweşiktirîn şûnwara Romanî ya heyî ye.

Şêniyên herêmê dan zanîn ku kolandinên ku nû çêdibin, bêyî destwerdanan hikumeta veguhêz a Sûriyeyê didomin, erka parastina deverê li ser milê policên geştiyariyê ne, lê wan heta niha destwerdan nekiriye.

Şêniyan destnîşan kir ku tevî salane bi hezaran geştiyar serdana deverên şûnwarî yên li Efrîn dikin, lê hîn jî bi awayeke mezin ji dema Baas`ê heta niha tê paşguhkirin. Rê nebaş in, paqijî nayê parastin, çira tune ne û hetanî tabloyên ku herêmê dide nasîn nehatine danîn.

Devera Nebî Hûrî di kategoriya dever û gundewarên şûnwarî yên ji Heleb û Idilb yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê dikeve (bejahiya wê 5 hezar û 500 km2), di lîsteya mîrateya cîhanî ya bajarên jibîrbûyî de cih girtiye. Ev deverên şûnwarî ya Nebî Hûrî yek jê ye, ji bakurê Nebî Hûrî dest pê dike, heta başûrê bajarê Efamya didome, ji rojhilatê Helebê dest pê dike, heta rojavayê herêma Cebel El Zawiya û Wadî El Asî didome.

Li gorî gelek dîroknasan, sedema navkirina devera Nebî Hûrî bi bajarê Sîrosê ji ber hebûna dêreke kevin ya li herêmê ye, dibêjin ku mêrek bi navê “Horî” lê bû, bi demê re navê deverê bû Hûrî.

(sb)

ANHA