Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê

Li gundewarên Reqayê xebatên birêxistinkirina jinan bê navber didomin. Di vê çarçoveyê de Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê buroyeke xwe li gundewarên rojhilatê Reqayê vekir.

Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
Xebatên birêxistinkirina jinan li gundewarên Reqayê
16 îlon, 2018   12:13

REQA

Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca birêxistinkirin û pewerdekirina jinan li gundewarên Reqayê xebatên xwe didomîne. Buro îro bi merasîmekê navenda xwe li bajarokê Hemrat vekir.

Nûnerên Meclisa Jinên Sûriyeyê, Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê, saziyên sivîl û leşkerî yên herêma Kerama û gundewarên wê di merasîmê de amade bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk rêvebera meclisê Rûqeya El-Elo, bi navê Meclisa Jinan a Reqayê Meryem El-Ebo, rêvebera Asayîşa Kerama Fatin Xabûr, Hevserokatiya Meclisa Kerama Esma El-Rudeynî û bi navê jinên gundewarên rojhilatê Reqayê Sewsen El-Xelef axaftin kirin.

Kesên axivîn, vekirina buroya li jinan pîroz kir û got ev buro dê bibe gava yekem a bi pêşxistina jinan û rizgarkirina wan ji hişmendiya tarî.

Di axaftinan de her wiha rola jinan a di avakirina civakê de û berxwedana li eniyên şer li dijî komên tarî hate destnîşankirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Şirîta vekirina buroyê di nava tilîliyên dayikan de ji aliyê dayik û hevjînên şehîdên Kerama ve hate qutkirin. Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA