Beşdarên festîvalê: Kobanê xwedî çandeke dewlemend e

Beşdarên Festîvala Lêvegerîna li Çanda Dayikê diyar kir ku Kobanê xwedî çandeke dewlemend a kevnar e, divê were parastin.

19 cotmeh, 2026   11:37
KOBANÊ

Jinên beşdarî Festîvala Lêvegerîna li Çanda  Dayikê ya li gundê Elpelûr ê Kobanê bibûn, nêrînên xwe der barê festîvalê û çanda Kobanê de bi ajansa me re parve kirin.

Dayika bi navê Nazê Mihemed Elî bal kişand ser xwarineke ku bajarê Kobanê pê navdar e û got: "Tirşika holikan xwarineke pir kevnar a Kobanê ye. Dema çêkirina vê xwarinê jin li der dor hev kom bibin û bi awayekî komînal holikan çêkin. Ji ber vê yekê ev xwarin ji aliyê xelkê Kobanê ve pir tê hezkirin."

Nazê Mihemed Elî diyar kir ku tirşika holikan yek ji berhemên dayikan e ku di demên pir kevnar de ji bo zarokên xwe afirandiye û zêdetirî xwe di zivistanê de tê xwarin.

Ciwana bi navê Îlham Ehmed ku bi hunera destan beşdarî festîvalê bû, bi van gotinan girîngiya parastina çanda Kobanê vegot: “Bajarê Kobanê xwedî çandeke resen û dewlemend a hunera destkariyê ye. Her neteweyek bi rêya karên destan, çanda xwe ji nifşekî derbasî nifşê din dike. Karê min ê  destan ku ji telîsan pêk tê yek ji kevntirîn çanda Kurdan e.”

Dindê Mûsa jî got: "Jiyana berê pir xweş bû. Tevî hemû zehmetiyan jî me teşî dirist û tevin çêdikir. Em diçûn bêriyê û me pez didot. Me bi destan çadinî dikir. Tevahî karên malê bi destan dihatin kirin. Me nanê tenure û yê sêlê dipêjiyan û me av ji kanî û bîran dikişandin. Cil bi destan dihatin şûştin."

Bi pêşengiya jinên ji bajarê Kobanê li gundê Elpelûrê yê ku Rêber Abdullah Ocalan demekê lê mabû, Festîvala Lêvegerîna li Çanda Dayikê ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin. Di festîvalê de hunerên destan ên ku ji aliyê jinan ve hatibû çêkirin, amûrên ku di jiyana rojane de dihatin bikaranîn, wek teşî, destar, meşk û mêkutê genim hatin pêşandan. Di heman demê de, dayikên bi kofî û kincên Kurdî, xwarinên gelêrî û taybet ên Kobanê û gelek xwarinên din pêşkêş kirin.

 (ct/bb)

ANHA