Rûsyayê êrişên berfereh li dijî Ukraynayê pêk anîn

Rûsyayê ragihand ku santralek elektrîkê û keştiyek ku alavên leşkerî diguhezîne Ukraynayê hedef girtiye û 142 dronên Ukraynayê xistine xwarê. Di heman demê de, Kîevê ragihand ku Rûsyayê 725 êriş birine ser deverên li Zaporizhzhya.

Rûsyayê êrişên berfereh li dijî Ukraynayê pêk anîn
8 mijdar, 2026   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê êrişek berfireh li dijî binesaziya enerjiyê ya ku ji bo piştgiriya hêzên Ukraynayê tê bikaranîn pêk anîne. Her wiha diyar ku li dijî stasyoneke elektrîkê ya 330 kîlovolt li herêma Zhytomyr a rojavayê Ukraynayê, êriş pêk aniye.

Wezaretê her wiha ragihand ku li Deryaya Reş a li başûrê rojavayê Odessa keştiyek konteyner hedef girtiye û da zanîn ku ew çek û alavên leşkerî diguhezîne Ukraynayê.

Her wiha ezaretê diyar kir ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di şevekê de 142 dronên Ukraynayê asteng kirine û wêran kirine.

 Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku hêzên Rûsyayê di 24 demjimêrên borî de 725 êriş li dijî 53 deverên li herêma Zaporizhzhya pêk anîne.

(k)

ANHA