Konferansê Jineolojî li Ewropayê 3`ê rojan dewam kir

Di konferansê de xebatên 10 salan ên Jineolojî li Ewropayê hatin nirxandin û ji bo çareseriyê projeyên şênber hatin pêşxistin.

Konferansê Jineolojî li Ewropayê 3`ê rojan dewam kir
19 cotmeh, 2026   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi dirûşma `Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad` ve li bajarê Haleen ê Hollandayê hat lidarxistin.

Zêdetirî 100 delegeyan ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îngilistanê, Îralnada, Spanya û Îtalyayê tev li konferansê bûn.

Konferans 3`ê rojan (16-18`ê cotmehê) berdewam kir û tê de tecrûbeya deh salan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê ji aliyê dîrokî, civakî û rêxistinî ve hat nirxandin. Her wiha girêdayî perspektîfa civaka komînal û demokratîk rola Jineolojiyê di avakirina civakê de û modela birêxistinbûna serdema nû hat nîqaşkirin.

Di 3`ê rojan de atolyeyan bi sernavên:

Li Ewropayê modêla birêxistinkirina Jineolojiyê, Pedagojiya Jineolojiyê, Veguherîna malbat, civakê û mêran, Bîra jinan û berxwedana çandî, Jinên ciwan û Jineolojî, Jiyana civakî ya ekolojîk û Jineolojî û herî dawî Girîngî û birêxistinbûna xebatên çapemenî û weşanê, hate organîzekirin.

NAVEROKA NÎQAŞÊ

 Di nîqaşê de hate gotin ku divê azadiya jinê bibe hêzeke siyasî, qadên hevdîtinê yên jinan bên zêdekirin, xebatên ku beşên cûda yên civakê digire nava xwe, bên dewlemendkirin. Her wiha pêşniyar hate kirin ku li hemberî tundiya li ser jinan û qirkirina wan komîteyeke taybet bê avakirin, bi rêya amûrên weke vegotina çîrokên jinan, dîroka devkî, huner, şano û muzîk dikarin xwe bigihînin hejmareke zêdetir a jinan.

Delegeyan jî anî ziman ku wan bi saya Jineolojiyê li dijî kapîtalîzmê hêza têkoşînê bi dest xistine û Jineolojiyê baweriya wan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan xurt kiriye û ew hîn zêdetir nêzî Rêber Apo kirine.

ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ

Nixandinên xebatên Jineolojî li Ewropayê 3`ê rojan dirêj kir. Di konferansê de girîngî dan piratîkirina jiyana komînal û gelek pêşniyarên şênber kirin ku Jineolojî êdî komun û koperatîfên aborî ava bike û xebatên xwe yên perwerde û lêkolînkirine bidomîne.

Da dawiya konferansê de daxuyanî hate dayîn û hat gotin:

`Krîza ku em tê re derbas dibin, di heman demê de krîza qutkirina mirov ji rastiya xwe û ji têkiliyên xwe yên civakî ye. Dema bîranîna jinê tê jêbirin, bîranîna dîrokê kêm dibe; dema keda wê nayê dîtin, avakirina jiyanê di tariyê de dimîne; dema dengê wê tê bêdengkirin, civak ji rastiya xwe dûr dikeve. Jineolojî dixwaze vê qutbûnê bi ronîkirina dîrok, zanîn û hebûna civakî ya jinan derbas bike. Ji ber ku bê çareserkirina koletiya jinê, ku şaneya bingehîn a pirsgirêkên civakî pêk tîne û bê veguherandina têkiliyên ku vê koletiyê çêdikin, azadiya civakî nikare temam bibe. Em bi Jineolojiyê zanîna xwe azad dikin, bi koman têkiliyên xwe yên civakî ji nû ve dihûnin û îradeya jinan dikin hêza avaker a jiyana demokratîk.`

(np)