Jin êrişa li ser wêneyên şehîdên jin bi tundî red dikin

Jinên ji bajarên Girkê Legê û Dirbêsiyê êrişên li ser wêneyên şehîdan û sembolên kurdî şermezar kirin û ji hikumeta veguhêz xwest bi berpirsyariya xwe rabe û hesab ji êrişkaran bixwaze.

Jin êrişa li ser wêneyên şehîdên jin bi tundî red dikin
20 cotmeh, 2026   03:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF-MÎRAV ÎSO

Bertekên li hember êrişa li ser wêneyên şehîdan ya li bajarê Hesekê didomin. Der barê mijarê de jinên li Girkê Legê û Dirbêsiyê ji ajansa me re axivîn.

Hukmiya Elî da zanîn ku êrişa li ser wêneyên şehîdan nayê qebûlkirin, şehîd xwedî nirxên manewî ne ji bo malbat û civakê. Hukmiyayê daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku berpirsyariyê rake û hesab ji berpirsyarên êrişê bixwaze, rê li ber kiryarên li dijî wêneyên şehîdan û saziyên li herêmê bigire.

Semer Hisên da zanîn ku êrişa li ser wêneyên şehîdan û sembolên kurdî, her wiha ya li ser wêneyên pêşengên jin nayê qebûlkirin, rêzdariya li hember sembolan temsîla beşeke bîra civakê û berdêlên zarokên wan e.

Selma Îbrahîm jî got: “Şehîdan ji bo parastina xakê û derketina li hemberî zilmê canê xwe feda kiriye, êrişa li ser wêneyên wan êrişa li ser berdêlên wan e.”

Selma Îbrahîm ji aliyên peywendîdar û hêzên ewlehiyê xwest kesên ku van sûcan dikin bigirin û hesab ji wan bixwazin.

Endama Mala Jinan a Bajarê Dirbêsiyê Hemîda Îso diyar kir ku êrişa li ser wêneyên şehîdan ji zîhniyeteke nîjadperest a ku naxwaze gel azad û bi aştî bijî tê û divê hesab ji berpirsyarên êrişan bê xwestin.

Hemîda Îso da zanîn ku divê rêzdarî li hember şehîdên jin hebe, ew wek saziyên jinan wê êrişê red dikin, ji bo parastina destkeftiyên jinan, pêşxistina biratiyê û jiyana hevbeş a pêkhateyên li Sûriyeyê dê têkoşîna xwe bidomînin.

(sb)

ANHA

Girkê Legê

Dirbêsiyê