Zanîngeha Rojava dê encama qebûlkirina zanîngehê ji nû ve binirxîne

Zanîngeha Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û raghand ku ew ê hejmara xwendekarên fakulte û beşan zêde bike û encamên qebûlkirina zanîngehê ji nû ve binirxîne.

Zanîngeha Rojava dê encama qebûlkirina zanîngehê ji nû ve binirxîne
7 mijdar, 2026   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (şemî) Zanîngeha Rojava daxuyaniyeke nivîskî li ser rûpela xwe weşand. Di daxuyaniyê de anî ziman ku ew ê encamên qebûlkirina zanîngehê ji nû ve binirxînin û li gorî piwanên xwendekaran derfet bidin wan ku xwe li zanîngehê qeyd bikin. 

Zanîngehê diyar kir ku wan li ser daxwaza xwendekaran ev biryar dane. Gelek xwendekar daxwaz dikin ku xwe li zanîngehê qeyd bikin û piwanên wan jî bilind e.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye ziman ku dê li gorî piwan û daxwaza xwendekaran deng werin jimartin. Xwendekarên ku xwe qeyd jî kirine heke ji beşê xwe ne razî bin dikarin derbasî beşên dîtir ên ew dixwazin bibin.

Zanîngehê diyar kir ku xwendekarên berê xwe qeyd kirine dê sûd ji vê biryarê wergirin, ew dikarin beşa xwe biguherînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin encam dê di demeke kurt de diyar bibe û bang li xwendekaran kir ku lîsteyên sererastkirî dema derkevin, lê vegerin û heke kêmasî di lîsteyê de hebin, dikarin biçin navendên qebûlkirina zanîngehê.

Her wiha zanîngehê diyar kir ku xwendekar dikarin xwe qeyd bikin û valahiya li beşan were dagirtin.

(np)

ANHA