Kongra Star êrişa li ser xwendekaran li Hesekê şermezar kir

Kongra Star êrişa li ser xwendekarên dibistanên li Hesekê ku daxwaza hînbûna zimanê dayikê kiriye şermezar kir û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsa yasayî û exlaqî dît.

Kongra Star êrişa li ser xwendekaran li Hesekê şermezar kir
4 mijdar, 2026   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star têkildarî êrişa li ser xwendekarên li Hesekê çalakî kir daxuyaniyek ji bo raya giştî û cîhanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişa bêserûber li ser xwendekarên Hesekê yên ku daxwaza mafên xwe ya hînbûna bi zimanê dayikê, kiryarên çeteyên terorîst û tehrîdkirina taîfî rageşiyeke xeternak e ku gefan li aştiya navxweyî û aramiya herêmê dixwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarê Hesekê di vê dawiyê de rageşiyeke ewlehî û civakî ya xeternak e rû dide. Komên terxrîbkar, terorîst û nijadperest êrişî pêkhateya Kurd dikin. Îro jî, dema xwendekarên dibistanên Hesekê daxwaza mafên xwe yên rewa û yasayî ya hînbûna bi zimanê dayikê dikir, van koman bi awayekî bêserûber êrişî çalakiya aştiyane ya xwendekaran a li pêşiya Gerînendetiya Perwerdehiyê kir. Ev binpêkirin ne tenê li dijî xwendekaran e, lê berdewama xeternak a fikra DAIŞ’ê ye û binpêkirina aşkera ya qanûn û mîsaqên navxweyî ye.

Kongra Star di daxuyaniyê de helwesta xwe aşkera kir û banga van daxwazan kir:

Em bang li hemû dayikên xwe yên xwedî ruhê azad, gelê xwe yê serbilind, rêxistinên civaka sivîl û hemû komên demokratîk dikin ku li dora van xwendekarên leheng bicivin. Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî xêzeke sor e ku divê tu carî neyê derbaskirin, parastina zarok û xwendekarên me ji terora fîzîkî û fikrî, berpirsiyariyeke exlaqî û dîrokî ya tevahiya civakê ye.

Em hikumeta veguhêz û aliyên kontrolker, hem ji aliyê yasayî û hem jî ji aliyê exlaqî ve, têkildarî rewşa li Hesekê, bi temamî berpirsiyar dibînin, bi taybetî piştî xebatên entegrasyonê yên dawî û avakirina teşkîlatên nû. Ev komên texrîbkar di kiryarên xwe yên  li ser provokasyonên rojane, tehrîdkirina mezhebî û texrîbkara aştiya civakî berdewam dikin. Bêdengiya li hember van kiryaran, bi awayekî aşkera tê wateya hevkariya di sûc de.

Em bangeke lezgîn û rasterast li Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û hemû rêxistinên navneteweyî yên ku bi mafên mirovan û parastina zarokan ve mijûl dibin dikin, da ku demildest destwerdanê bikin, xwendekar û zarokên li Rojava ji hovîtiya terorê biparêzin. Her wiha em daxwaza avakirina komîteyên çavdêrî û lêkolînê yên navneteweyî dikin, ji bo belgekirina binpêkirin û tawanên sîstematîk ên ku herêmên bi piraniya Kurdî dikin hedef.

Gelê me, bi delîlan çavdêriya tevgerên gumanbar ên kesên girêdayî şaneyên terorîst ên DAIŞê kiriye, bi taybet kesên ku li bajarê Hesekê bi awayekî tam azad tev digerin. Ev rewş bi taybetî di heman demê de pêk tê ku bûyerên tevlihevî û êrişên li ser xwepêşandanên aştiyane rû didin. Ji ber vê yekê, em bi awayekî tund û lezgîn ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxwaz dikin ku operasyonên ewlehiyê zêde bikin, van terorîstan bigirin û van şaneyên veşartî yên ku gefê li ewlehî û selametiya civaka me dixwin, ji holê rakin.

(f)