Ji derve hat û di oxira şoreşê de şehîd bû

Welatiyên navçeya Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Qendîl re xwest ku banga gel û şoreşê bersivand û ji sala 2014'an ve bi awayekî dilxwazî tev li Erka Xweparastinê bû.

Ji derve hat û di oxira şoreşê de şehîd bû
Ji derve hat û di oxira şoreşê de şehîd bû
Ji derve hat û di oxira şoreşê de şehîd bû
Ji derve hat û di oxira şoreşê de şehîd bû
Ji derve hat û di oxira şoreşê de şehîd bû
Ji derve hat û di oxira şoreşê de şehîd bû
16 îlon, 2018   12:21

QAMIŞLO

Îro bi sedan welatiyên navçeya Amûdê û gundên wê berê xwe da konê sersaxî yê şehîd Ehmed Abdulla (Qendîl) ê ji pêkhateya Ereb û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê, li bajarê Qamişlo dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bûbû. Kon li gundê Um Rebî yê girêdayî navçeyê hate vedan.

Li ser navê meclisa navçeya Amûdê cîgirê Hevserokatiya Meclisê Ebdil Selam Qafûr axivî û sersaxî ji malbata şehîd Qendîl re xwest. Qafûr li ser girîngiya mezin ku gelê herêmê di parastina hemû pêkhateyan ji dijmin dilîzin, da xuyakirin ku dîktatoriya dijmin nikare îradeya pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bişikîne.

Bi rizgarkirina Efrînê re dê aloziya Sûriyeyê bikeve qonaxa çareseriya siyasî

Qafûr wiha got. "Bi saya berxwedana mezin a gelê Efrînê rizgarkirina bajarê Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dê pêk were, bi rizgarkirina Efrînê re dê aloziya Sûriyeyê bikeve qonaxa destpêkê ya çareseriya siyasî."

Her wiha fermandarê YPG'ê Cesûr Amûdê da zanîn ku AKP bi serkêşiya Erdogan dixwaze li Sûriyeyê dema Osmaniyan vegerîne û wiha got: "Lê dê bibe xewn ji bo wan, ev soz me daye, heta ku ciwanên me hene û têkoşînê dikin em nahêlin kes ewlekariya me bişikîne."

‘Bi îradeya xwe, me DAIŞ û dewleta Tirk bi bin xist’

Cesûr da zanîn ku bila cîhan hemû zanibe ku tu çekên wan ên pêşketî û balafir tune ne, lê felsefeya neteweya demokratîk heye, bila cîhan hemû zanibe ku wan DAIŞ bi bin xist.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê nameya sersaxiyê ji malbata şehîd Qendîl re şand û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Welatiyên navçeya Amûdê hîna berê xwe didin konê sersaxiyê.

(jo)

ANHA