Li Sûriyeyê di encama teqîna mayînan de kuştî û birîndar çêbûn

Di encama 2 bûyerên teqîna mayînan li gundewarê Derayê û bakurê Reqayê kuştî û birîndar çêbûn.

Li Sûriyeyê di encama teqîna mayînan de kuştî û birîndar çêbûn
7 mijdar, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên bi navê Mihemed Seîd El Elo (20) û Ramî Ebdulrehîm El Ferwan di dema ku li nava zeviyên çandiniyê yên di navbera Înixil û El Senemeyn ê Parêzgeha Derayê dixebitîn û li keviran digeriyan, di encama teqîna mayinekê de birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane her du birîndar sewqî nexweşxaneya El Senemeyn hatin kirin.

Di bûyereke din de, 2 birayên bi navê Emed Faûr El Qidîs û Mihemed Faûr El Qidîs, berbanga vê sibehê, di dema veguhestina qûmê li ser rêya gundê El Tef a herêma El Lecat a li rojhilatê Derayê di encama teqîna mayinekê ji bermahiyên şer birîndar bûn.

Li Parêzgeha Reqayê, li gorî agahiyên ku Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê dane, duh (6 Mijdar) di dema xebitînê û rakirina mayînan li gundê Xirbet Ebûd ê li bakurê parêzgehê endamekî Tîma Endezyariyê ji ber birîna xwe ya teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest da.

Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyê ya Wezareta Parastinê ragihand ku ji ber paqijkirina herêma El Meyadîn a gundewarê rojhilatê Dêrazorê ji bermahiyên rejîmê û di wê demê de teqîna mayinekê de, leşkerekî wan hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Ji destpêka salê ve Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji er teqîna bermahiyên şer li Sûriyeyê kuştina 284 kesan û birîndarbûna 467 kesan belge kiriye.

(sb)

ANHA