Xaleke Hêzên Ewlekariyê li gundewarê Hesekê rastî êrişê hat

Xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê başûrê Hesekê rastî êrişeke çekdarî hat û piştre pevçûn çêbûn.  Guman tê kirin ku çekdarên DAIŞê li pişt êrîşê ne.

Xaleke Hêzên Ewlekariyê li gundewarê Hesekê rastî êrişê hat
7 mijdar, 2026   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Mergeda li gundewarê başûrê Hesekê xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn rastî êrişa çekdarî hat û di navbera êrişkaran û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama êrişê û pevçûnên piştî wê de tu ziyan çênebûn. SOHR`ê diyar  kir ku dibe çekdarên DAIŞ`ê li pişt êrişê biun.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê êrişê û pevçûnan de hîn ti daxuyanî nedane.

(k)

ANHA