Li Tengava Hurmizê 3 keştî hatin hedefgirtin

Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, du keştiyên ku hewl didan Tengava Hurmizê derbaskin, li mayînên deryayî ketin û her du keştî agir pê ketin.

Li Tengava Hurmizê 3 keştî hatin hedefgirtin
8 mijdar, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Alozî û astengiyên li pêş hatûçona keştîvaniyê ya li Tengava Hurmizê dewam dike.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA’yê li ser zarê Artêşa Pasdaran ragihand, du keştiyan dema ku hewl didan di rêyek bê destur re derbas bibin, bi mayînên deryayî ketin û agir bi her du keştiyan ket.

Li aliyê din CENTCOM’ê jî diyarkir piştî ku keştiyek bazirganiyê li Kendava Omanê hewl dida ambargoya deryayî ya li ser Îranê bişkîne û guh neda hişyariyan, ji aliyê hêzên wan ve hat hedefgirtin.

ÎRNA’yê şeva borî jî ragihandibû, li girava Qeşem, Sîrîk, Xask û Bender Ebas a li başûrê îranê dengê teqînan hatiye bihîstin û sedemê wan heta niha nehatiye zanîn.