ˋSansurkirina wêneyê Rêber Apo di xizmetî dijmin de yeˊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Leêg sansurkirina wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ji hêla kanaleke Kurd ve şermezar kir û banga yekitiyê kir.

ˋSansurkirina wêneyê Rêber Apo di xizmetî dijmin de yeˊ
3 nîsan, 2026   19:32
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi daxuyaniyekê sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan a di bernameyeke kanala Ava TV’yê de hate kirin şermezar kir û diyar kir ku ev gav li dijî yekitiya gelê Kurd e û di xizmetî aliyên dijber de ye.

Bi amadebûna endamên meclisê daxuyanî li Qada Şehîd Xebat Dêrik ji hêla endamê meclisê Şoreş Îsa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di demekê de pêdiviya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi yekitî û hevgirtinê ji her demê zêdetir heye, di demekê de gelê Kurd banga lidarxistina kongreyeke neteweyî dike û Rêber Abdullah Ocalan banga yekitiya gelê Kurd dike ev pêkanîn hat kirin.

Em bi tundî sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan ji hêla kanala Ava Tv ve şermezar dikin û vê gavê bi hewldana texrîbkirinê ya li dijî yekitiya gelê Kurd bi nav dikin û dibînin ku ev yek dikeve xizmetî dijminên gelê Kurd.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan diyar dikin ku mîna van hewldanên texrîbkar nikarin yekitiya gelê Kurd têk bibin."

(fr)

ANHA