Li Dera û Hemayê ji ber teqîna mayînan 5 zarok bûn qurbanî

Li Dera û Hemayê di encama teqîna bermahiyên şer de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Li Dera û Hemayê ji ber teqîna mayînan 5 zarok bûn qurbanî
30 cotmeh, 2026   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di encama teqîna mayîn û bermanhiyên şer de hejmarek zarok bûn qurbanî.

Li bajarê Letamîna yê Hemayê ji ber teqîna bombeyekê ya bermahiyên şer zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. Li derdora bajarokê Xirbe Xezal ê rojhilatê Derayê di encama teqîna mayînekê de zarokê bi navê Şadî Hîlal jiyana xwe ji dest da û zarokê bi navê Ehmed Fadî El Sibêh jî birîndar bû. Her du zarok ji gundê Um Zeytûn ê bakur Siwêdayê ne û ji sala 2025‘an ve li bajarokê Xirbe Xezalê bi cih bûne.

Vê sibehê jî li gundewarên Til Temir û Minbicê ji ber teqîna du mayînan zarokekî jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.

(bb)