Li dijî Kampa Azadî ya li Hewlêrê êrişa mûşekan

Hat diyarkirin ku bi 7 mûşekan êrişî Kampa Azadî ya welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ku dikeve sînorê Koyê yê Hewlêrê hate kirin.

Li dijî Kampa Azadî ya li Hewlêrê êrişa mûşekan
3 nîsan, 2026   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsˊê daxuyand ku bi muşekan êrişî Kampa Azadî ya Zerye Spî û Goristana Şehîdan a Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku dikeve sînorê navçeya Koyê ya ser bi Parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Hat diyarkirin ku êriş bi 7 mûşekan pêk hatiye û piranî arasteyî Kampa Azadî hatiye kirin.

Heta niha têkildarî ziyanên êrişê tu agahî nehatine parvekirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye di saetên sibehê û piştî nîvroyê de herêm dîsan hatibû êrişkirin. Di nava van kampan de welatiyên sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê dijîn hene.