Ziwabûna Bendava Çilaxayê metirsiya li ser çandinî û jîngehê zêde dike

Bendava Çilaxayê vê havînê bi temamî ziwa bûye û zirareke mezin li çandinî û jîngehê kiriye.

Ziwabûna Bendava Çilaxayê metirsiya li ser çandinî û jîngehê zêde dike
Ziwabûna Bendava Çilaxayê metirsiya li ser çandinî û jîngehê zêde dike
Ziwabûna Bendava Çilaxayê metirsiya li ser çandinî û jîngehê zêde dike
Ziwabûna Bendava Çilaxayê metirsiya li ser çandinî û jîngehê zêde dike
Ziwabûna Bendava Çilaxayê metirsiya li ser çandinî û jîngehê zêde dike
Ziwabûna Bendava Çilaxayê metirsiya li ser çandinî û jîngehê zêde dike
18 tebax, 2025   12:25
QAMIŞLO

Ji ber girtina avê, ziwabûna kaniyan û nebûna baranê, bendava Çilaxayê vê havînê bi temamî ziwa bû. Li kêleka vê diyardeyê birîna daran a bê ser û ber, bandoreke mezin li jiyana xelkên herêmê kiriye. Masiyên welatiyan di ava bendavê de xwedî dikirin, hemû mirin. Cotkarên ji bendavê zeviyên xwe av didan, zirareke mezin dît û zeviyên wan hişk bûn.

Ajansa me rewşa bendavê ya niha bi wêne û dîmenan parve dike. Di wan de diyar dibe ku bendav bi temamî ziwa bûye.

Grînendeyê Saziya Avê ya Çilaxayê Ebdulezîz Silêman beriya niha der barê mijarê de ji ajansa me re axivîbû. Silêman têkildarî metirsiya li ser benava Çilaxayê ev tişt anî ziman: “Bi vê rewşa ziwa metirsî li ser bendava Çilaxa çêbûye. Dibe bedena benavê biqelişe. Heke zivistana were baran zêde bin, an lehî rabin, metirsiya bendav hilweşe çêdibe.”

Rêjeya bendavê ya depokirina avê 10 milyon metredam av e. Jêdera dagirtina bendavê ji ava baranê, kaniyên gundên Lodka, Qistiban û Bakurwan in. Di heman demê de metirsî heye bendava Zexîreyê jî ziwa bibe. Ev bendav çavkaniyên sereke yên ava çandiniyê yên herêmê ne.

(dc)

ANHA