Li Efrînê pirsgirêkên aborî û bêkariyê

Xelkê Efrînê piştî ku vegeriyan hewl didin ku pêdiviyên xwe pêk bînin lê bêkarî û pirsgirêkên aborî destûr nade ku aram bijîn.

Li Efrînê pirsgirêkên aborî û bêkariyê
Li Efrînê pirsgirêkên aborî û bêkariyê
Li Efrînê pirsgirêkên aborî û bêkariyê
Li Efrînê pirsgirêkên aborî û bêkariyê
Li Efrînê pirsgirêkên aborî û bêkariyê
Li Efrînê pirsgirêkên aborî û bêkariyê
17 cotmeh, 2026   06:40
EFRÎN

Kemal Xoca (34) 9`ê Gulanê di karwanê 4`emîn  de ku hejmara wan hezar û 200 malbat bû ji Qamişloyê vegeriya warê xwe Efrînê. Xoca anî ziman ku li bajarê Efrînê pirsgirêka bêkariyê heye.

EFRÎNIYÊN VEGERIYAN BÊ KARIN

Xoca diyar kir ku nêzî 5 meh e ew nikare bixebite û sedemên vê yekê wiha şîrove kirin: "Gelek sedem hene, ji wan piraniya kargehên cilûbergên amade xetên hilberîna xwe kêm kirine, sotemenî biha bûye, nirxê lîreyê ne sabit e û her carê tê guhertin. Her wiha piştî kel û pel biha bûn kirîn jî kêm bûye."

Xoca got ji ber bihabûna sotemeniyê pirsgirêka nan jî derketiye û da zanîn ku çend firin li Efrînê sekinîn û kirêya erebeyan jî biha bûye.

Mihemed Henan (44) jî der barê mijarê de wiha got: "Ez li ser xeta bajarê Efrîn û gundewarên wê ajokariyê dikim. Piştî ku sotemenî biha bû şênî nema dikarin bi erebeyên kirê biçin û werin. Gelek hevalên min ên ajoker nema dikarin bixebitin. Em gelek caran di karê xwe de zerar dibînin, ji ber kirêya rê têra me nake em xwe pê xwedî bikin."

`HEQDESTÊ KARKERAN GELEKÎ KÊM E`

Şêro Ebdo (25) li qehwexaneyekê dixebitî û mehê 120 dolar werdigirt, lê niha di lêkirina avahiyan de dixebite.

Ebdo têkildarî rewşa karkeran got: "Bazirganên di lêkirina avahiyan de dixebitin dîtin ku pêdiviya ciwan û karkeran bi kar heye, lew ra heqdestê me kêm kirin. Berê rojane 10 dolar heqdestê me didan, lê niha tenê 5 dilaran didin me. Em gelekî diwestin lê em mehê 150-200 dolarî werdigirin. Ev jî têra me nake."

HÊVIYA WAN DI ÇINÎNA ZEYTÛNAN DE BÛ

Li Efrînê kesên bêkar û karker li benda çinîna zeytûnan bûn lê buhayê zeytûnan kêm bûye. Par kîloyek zeytûn bi 150 lîreya Sûriyeyî bû, lê îsal bi 70 lîreyî ye anku ji sedî 55 kêm bûye. Par tenakek 16 kîlogram a zeyta zeytûnan bi 90 dolarî bû,  lê îsal bi 63 dolarî ye. Li beramberî vê yekê ji bo cotkar erdên xwe biçînin gubre û sotemenî biha bûne.

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29‘ê Çileyê de nêzî 10 hezar malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe, li beramberî bihabûna sotemenî, kel û pelan pirsgirêka bêkariyê.

(np)

ANHA