Rêjeya serkeftinê ya xwendekarên refa 9`an ji sedî 81 e

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 hezar û 676 xwendekarên refa 9`an ên dibistanên Rêveberiya Xweser ezmûnên xwe pêk anîn. Rêjeya serkeftina xwendekaran ji sedî 81.31 e.

Rêjeya serkeftinê ya xwendekarên refa 9`an ji sedî 81 e
18 tebax, 2025   12:06
QAMIŞLO

Duh (17`ê Tebax) encamên ezmûnên refa 9`an (yên giştî û serbest) ên dibistanên Rêveberiya Xweser hatin ragihandin. 

Li gorî daneyên ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane, sala xwendinê ya 2024-2025`an bi awayekî serbest (navendî) 6 hezar û 440 xwendekar û bi awayeke giştî (nenavendî) hezar û 236 xwendekaran ezmûnên refa 9`an pêk anîne. Bi gelemperî 7 hezar û 676 xwendekaran ezmûn derbas kirine.

Rêjeya giştî ya serketinê ya xwendekarên refa 9`an vê salê ji sedî 81.31 e.

Herî dawî sala xwendinê ya 2021-2022`yan xwendekarên refên 9 û 12`an bi awayekî navendî ezmûnên xwe pêk anîn, ji wê salê ve sîstema ezmûnên navendî ji bo xwendekarên di dibistanan de hatiye rakirin û ew ezmûnên xwe bi awayekî nenavendî li dibistanên xwe pêk tînin. Xwendekarên xwendina serbest jî derveyî dibistanê dixwînin û ezmûnên wan bi awayekî navendî tên çêkirin.

Bernameya ezmûnên refa 9`an ji 14`ê Hezîranê heta 3`yê Tîrmehê dom kir.

(sb)

ANHA