12 kes dema ku vedigeriyan Siwêdayê hatin revandin

Li ser rêya Şamê û Siwêdayê 12 kes ku piraniya wan jin û zarok in, li herêma di bin kontrola hikumeta veguhêz de hatin revandin.

12 kes dema ku vedigeriyan Siwêdayê hatin revandin
18 tebax, 2025   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji malpera Siwêda 24 re ragihand ku hejmara sivîlên ku roja Yekşemê li Derayê hatine revandin, gihaştiye 12’an ku piraniya wan jin û zarok in.

Çavkaniyan diyar kir ku sivîlên hatine revandin ji Sehnayayê ya li gundewarên Şamê derketin û bi rêya korîdora mirovî ya li herêma Busra El Şam ber bi Siwêdayê ve diçûn. Rêya sereke ya Şam û Siwêdayê zêdetirî mehekê ye girtî ye.

Li gorî agahiyan piştî ku otobus gihaşt herêma Kihêl a li rojhilatê Derayê, li herêma ku xalên kontrolê yên hêzên hikumeta veguhêz lê hene, ji aliyê komeke çekdar ve hate rawestandin û otobus û rêwiyên tê de revandin.

Kesên revandî; 3 zarok (Kerîm Nesir, Cênî Nesir û Yara Erer), 5 jin (Sewsen Nesir, Heya Nesir, Cîhan Nesir, Rehef Nesir û Waad Nogel), şofêrê otobusê Şadî Ebû Dehin û Alaa Erar, El Hesen Kişêk û Îmran Saab in.

(k)