Ziwabûn û hişkayî.. metirsiyên têkçûna werzê çandiniyê

Encamên krîza avhewayê û germbûna gerdûnî bandorê li çandiyê dikin. Îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran kêm bariya. Cotkar ditirsin ku çandiniya îsal têk biçe.

3 sibat, 2025   05:20
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Cotkarên herêmê der barê werza çandiniyê ya îsal de bi tirs in, ji ber kêmbûna baranê û ziwabûna li herêm ê. Ji sedî 70 çandiniya kantona Cizîrê bejî ye û kêmbûna baranê dê bandorê li çandiniyê bike.

Cotkarê bi navê Fadil Mislih El Deqûrî, xwediyê 100 donim zeviyên çandiniya bejî ye dibêje ku wî tu caran hişkayî û zuhayiyeke weke ya îsal nedîtiye " carê barana payizê kêm bû, lê barana ku zivistanê  û buharê dibariya têrê dikir, lê îsal ew baran jî nebariya. "

Desteya Çandiniyê plansaziya çandiniyê wiha destnîşan kiriye: Genim (60%), ceh (5%), baqil û berhemên derman û bîhnxweş (15%), şîniyên zivistanê ji bo zeviyên avî (2%), şîniyên havînê (3%) û pembû (15.

Li gorî daneyên fermî yên werza çandiniyê ya sala par, li herêmê bi giştî zêdetirî 9 milyon û 182 hezar û 889 donim, bejî û avî hatine çandin, ji wan 5 milyon û 662 hezar û 918 donim bi genim hatine çandin.

Li gundê Bab El Xêr ê rojhilatê bajarê Amûdê, cotkar xwe amade dikin ku zeviyan bi rêyên kevneşopî av bidin.

Cotkarê bi navê Adil Ehmed Ico 200 donim genimê avdayî çandine, lê çandiniya avdayî ji bo cotkaran pir biha ye. Ico dibêje ku wî heya niha zêdetirî 8,000 dolar xerc kiriye.

Ico diyar kir ku hin tov ji ber tîbûnê şîn nehatin, ji ber ku şilayî kêm e. Ico got ku piştî avdanê jî dê ji sedî 5 tov di bin erdê de bimîne û şîn neyê.

Derbarê xizmetguzariyên ku Desteya Çandiniyê ji cotkaran re pêşkêş dike, Ico diyar dike ku desteyê 4 hezar û 740 lître mazot belav kiriye û pêdiviya wan bi pareke din heye " para ku gihitiye min têra avdanekê nake. "

Ico hêvî dike ku Desteya Çandiniyê alîkariya cotkaran bike û bi dana mazotê piştgiriyê bide wan.

Ji rêveberên Desteya Çandiniyê ya kantona Cizîrê, Mutez Ehmed, diyar kir ku herêm ji ber kêmbûna baranê di rewşeke dijwar re derbas dibe, barana heta niha bariyaye têra avdanê nake, ev jî dê bandorê li werza çandiyê û herêmê bi giştî bike, ji ber çandinî jêdera aborî ya sereke ye li herêmê.

Ehmed diyar kir ku ji sedî 70ê cotkaran xwe dispêrin çandiniya bejî, lewma ew niha neçar in zeviyên xwe av bidin, ji bo avdanê jî pêdiviya cotkaran bi mazotê heye.

Ehmed teqez kir ku Desteya Çandiniyê ji sedî 90 para yekem a mazotê li cotkarên kantona Cizîrê belav kiriye û beşa duyemîn jî dê di vê hefteyê de were belavkirin.

Endezyarê çandiniyê Azad Oso diyar kir ku barana hindik ku bariya bandorek neyînî li zeviya çandiniya bejî kir.

Oso hişyarî da ku dem pir teng e, eger ji niha ta 10`ê sibatê baran nebare, dê hewa germ bibe, wê demê hilberîna zêde dê çênebe.

Endezyarê çandiniyê Azad Oso bang li cotkaran kir ku ji bo parastina demsala çandiyê çi ji destên wan bê bikin.

(k)

ANHA