Trump: Ji bo Îranê hemû vebijêrk hene

Trump diyar kir ku Amerîka der barê Îranê de nêzîkî qonaxeke krîtîk dibe û destnîşan kir ku biryareke mezin a muhtemel heye û di qonaxa bê de hemû vebijêrk li ser maseyê ne.

Trump: Ji bo Îranê hemû vebijêrk hene
17 îlon, 2026   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di aloziya bi Îranê re nêzîkî xaleke werçerxa krîtîk dibin û da zanîn ku biryareke mezin der barê berdewamkirina operasyonên leşkerî de nêzîk e.

Di hevpeyvînekê de ligel malpera “Axios”, Trump anî ziman ku ji holêrakirina rejîma Îranê dê bibe biryareke mezin û "hemû vebijêrk li ser maseyê ne." Trump kêfxweşiya xwe ji dorpêça deryayî anî ziman û bal kişand ser pêşîlêgirtina hinardekirina petrola Îranê.

(f)