Daîreya Avê ya Qamişloyê ji bo çareseriyê berê xwe da taxa Cûdî

Piştî çend rojan ji nûçeya ajansa me ya têkildarî mexdûriyeta şêniyên taxa Cûdî ya Qamişloyê ya ji ber qutbûna ava vexwarinê û xerabbûna tora kanalîzasyonê, komîteyeke Daîreya Avê ya Qamişloyê ji bo şopandina rewşê berê xwe da taxê û ji bo çareseriyan lêkolîn tên kirin.

Daîreya Avê ya Qamişloyê ji bo çareseriyê berê xwe da taxa Cûdî
Daîreya Avê ya Qamişloyê ji bo çareseriyê berê xwe da taxa Cûdî
Daîreya Avê ya Qamişloyê ji bo çareseriyê berê xwe da taxa Cûdî
Daîreya Avê ya Qamişloyê ji bo çareseriyê berê xwe da taxa Cûdî
10 tebax, 2026   11:27
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Ev demek e şêniyên taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo ava vexwarinê ji sehrîcan avê digirin, li kêleka vê yekê tora kanalîzasyonê jî zirar dîtiye û rewşa xizmetguzariyê li taxê ne baş e. 

Beriya hefteyekê ajansa me têkildarî êşa şêniyan a ji ber pirsgirêka qutbûna ava vexwarinê û zehmetiyên ku şênî di dabînkirinê de dikişînin, rewşa tora kanalîzasyonê û bandora wê ya li ser taxê, nûçeyek dabû. Vê yekê hişt ku Daîreya Avê ya Qamişloyê rewşê bişopîne.

Hefteya borî şandeyeke şêniyên taxê hevdîtin bi Daîreya Avê ya Qamişloyê re pêk anî, daîreyê soz da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê dê rêkarên lezgîn pêk bîne, miqdara avê ji bo taxê zêde bike û ji bo dabînkirina jêdereke din a avê û girêdana tora avê ya taxê bi torên din re derfetên heyî lêkolîn bike.

JI BO ÇARESERIYÊ SERDANA TAXÊ KIRIN

Komîteya ku serdana taxê kir, ji serokê Daîreya Avê ya Qamişloyê Mehmûd El Mehmûd, çavdêrê Nivîsgeha Kanalîzasyonê ya Daîreya Avê ya Qamişloyê Fener Hesen û serokê Beşa Torên Avê ya Qamişloyê Ebdulhemîd Xelîl pêk dihat.

Komîteyê ji bo danîna çareserî û rêkarên ku dibe ku di qonaxa bê de pêk bînin, rewşa tora avê û kanalîzasyonê şopandin.

Çavdêrê Nivîsgeha Kanalîzasyonê Fener Hesen ji ajansa me re diyar kir ku wan ji ber gazincên şêniyan ên girêdayî tora kanalîzasyonê serdana taxê kiriye, rewşa tora kanalîzasyonê di nava hemû pirsgirêkên xizmetguzariyê de ya herî li pêş e.

Hesen destnîşan kir ku sedema sereke ya ku nahêle kolanên taxê werin zîftkirin, pirsgirêka kanalîzasyonê ye. Êşa şêniyan di zivistanê de, ji ber pirsgirêkên girêdayî torê girantir dibe.

Fener Hesen da zanîn ku komîte û komîteya lêkolînkirinê ji bo tesbîtkirina rewşa toreyê wê dest bi gerekê bikin, tişta destpêkê tê xuyakirin ku dirêjahiya toreyê derdora 600 mitre ye.

Fener Hesen diyar kir ku bi armanca tesbîtkirina rewşa erdê, naskirina rêya toreyê û dîtina cihê ku xerab bûye, xebatên wan dê xwe bispêre hesabkirina bilindahî û nizimahiyê, paşê ji bo çareserkirina pirsgirêkê wê rêkarên pêwîst pêk werin.

Serokê Beşa Torên Avê ya Qamişloyê Ebdulhemîd Xelîl jî da zanîn ku komîte ji bo şopandinê berê xwe da taxa Cûdî. Encamên yekemîn ji lêkolîna ku çêbûye re, ew e ku divê tora avê ya taxê bi toreyên din ên nêz re were girêdan, ji bo başkirina rewşa ava vexwarinê û zêdekirina jêderên avê, Daîreya Avê di hevdîtina xwe ya bi şêniyan re ev çareserî diyar kiribû.

Ebdulhemîd Xelîl destnîşan kir ku ji bo rêgirtina ber pirsgirêkên ku dê derkevin û misogerkirina dabînkiina aveke paqij, divê destpêkê pirsgirêka kanalîzasyonê were çareserkirin.

(sb)

ANHA