Rewşenbîrên ji Qamişloyê: Biryara Wezaretê hêvî û daxwazên Kurdan dabîn nake

Rewşenbîrên ji Qamişloyê biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a di hefteyê de tene 3 wane bi zimanê kurdî werin dayîn, red kir û got zimanê dayikê mafekî rewa yê gelan e.

Rewşenbîrên ji Qamişloyê: Biryara Wezaretê hêvî û daxwazên Kurdan dabîn nake
18 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Bertekên li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî di hefteyê de tenê 3 wane, dewam dikin.

Der barê mijarê de, rewşenbîrên ji herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û pêwîstiya pejirandina zimanê dayikê di mataryalên perwerdehiyê yên fermî de û fermîkriina wî di destûra nû de û got 3 waneyên bi zimanê kurdî têra mezinahiya fedakarî û hêviyên gelê Kurd li Sûriyeya nû nakin.

‘PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEKÎ REWA YA TEVAHÎ GELAN E’

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Hesîne Ehmed têkildarî mijarê got: “Zimanê dayikê li cem gelan xwedî girîngiyeke mezin e. Bi mirov re ji dayikbûnê dest pê dike. Ji lew re li cem tevahî netewe û gelan xwedî girîngiyek mezin e. Ji mafê gelê Kurd e bi zimanê xwe biaxive, di dibistan û zanîngehan de weke gelên dîtir fêr û hîn bibe.”

Hesîneyê da zanîn ku ji kevin de zarokên Kurd di nakokiyê de dijîn, dest bi xwendinê dike û zimanê pê hîn dibe nizane, ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê yê kurdî li mal, kolan û li her derê diaxive. Dema diçe dibistanê bi zimanekî din fêr dibe, ev jî di warên derûnî û perwerdehiyê de bandorê dike.

Hesîne Ehmed destnîşan kir ku tevî van hemû tiştan jî, zarokên Kurd fêrî zimanê dîtir dibin û got bapîrên wan bi zimanên dîtir nizanîbûn, lê bi zimanê kurdî diaxivîn. Ev jî yek ji sedemên parastina ziman e.

Hesîneyê anî ziman ku daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ne tê wateya ku dûrxistina ji zimanê Erebî.

‘BIRYAR HÊVÎ Û DAXWAZÊN GEL Û ZAROKÊN KURD PEYDA NAKE’

Der barê vê mijarê de Hesîneyê diyar kir: “Gelê ku zimanê xwe nîn be ew gel bê nasname û hebûn e. fedakariyên ku gelê Kurd di şoreşê de dane ji bo ziman bû. Ji lew re dayîna 3 waneyan di hefteyê de nayê qebûlkirin. Ji ber ku hêvî û daxwazên gel û zarokên Kurd peyda nakin.”

Di dewama axaftina xwe de Hesîne da zanîn ku divê tevahî made bi zimanê kurdî werin dayîn. Ev jî mafekî me ye.”

Hesîneyê biryara Wezareta Perwerdehiyê rexne kir û got ew ne li dijî zimanê Erebî ne, lê dixwazin bi zimanê xwe yê kurdî fêr bibin, li kêleka zimanê Erebî li Sûriyeyê nû bibe zimanekî fermî.

BANGA LÊVEGERA LI BIRYARÊ

Hesîne Ehmed bang li hikumetê kir ku li biryarê vegerin, mafê gelan ê perwerdeya bi zimanê dayikê bidinê û destnîşan kir ku “çûk jî bi zimanê xwe diaxivin, mirov çawa bi zimanê xwe neaxivin?”

Hesîneyê di dawiyê de got: “Em gelê Kurd bi tevahî hêza xwe daxwaza mafê xwe yê perwerdehiay bi zimanê kurdî dikin ku mafekî xwezayî ye.”

‛ZIMANÊ MIN RASTÎ Û DÎROKA MIN TEMSÎL DIKE’

Li aliyekî din jî endamê Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Alan Ebdullah axaftina xwe bi gotinên Celadat Bedirxan ên têkildarî ziman dst pê kir ku dibêje: “Zimanê yên dîtir cil û bergên mirovan in, zimanê mirov çermê wî ye.”

Ebdullah wiha pirsî: “Em li gorî zimanê xwe li ku ne? Ger zimanê yên dîtir damarên te bin zimanê te li ku ye? Ez jî dibêjim di mejiyên me de ye.”

Ebdullah wiha domand: “Çiqas li ser me were ferzkirin jî ez ê zimanê xwe yê dayikê hilbijêrim. Piştî xizmeta min di Desteya Perwerdeyê de, tevî xwendina min a bi zimanê Erebî beriya şoreşê jî, ez bi ser neketim. Lê di şoreşê de min tiştên di xwendina Erebî de bi dest nexistine bi dest xistin. Ji ber ku rastî û dîroka min temsîl dike.”

‛BIRYARÊN KU HIKUMET DIDE BIRYARÊN HIŞK IN’

Ebdullah di dewama axaftina xwe de got: “Biryara Wezareta Perwerdehiyê ya hikumeta veguhêz ne di cihê xwe de ye û ne çare ye.”

Ebdullah bal kişand ser nermbûna gelê Kurd di jiyana hevbeş de li Sûriyeya nû, pabendbûna Kurdan bi pêvajoya aştiyê di oxira Sûriyeya nû de. Ebdullah biryarên hikumetê ji bo gelê Kurd bi biryarên hişk wesif kirin. Ebdullah diyar kir ku biryara ziman ne tiştekî hêsan e, biryara şer ji bo biryara zimanê kurdî di hefteyê de 3 wane werin dayîn hêsantir e.

Ebdullah wiha pirsî: “Çima mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nîn e?Çima hûn madeyên zanistî bi zimanê xwe dixwînin û em naxwînin? Hûn û em kî ne? Hûn bi kîjan çavî li me dinêrin?”

Ebdullah bang kir ku pêwendiyên di navbera Kurdan de bi zimanê kurdî bên meşandin da ku ew ne tenê ji bo axaftinên malbatî, lê bibe zimanekî ragihandina giştî û her wiha daxwaz kir ku ew di bernameyên sereke yên perwerdeyê û destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigire.

Ebdullah diyar kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan daxwazeke bingehîn e û pêdivî bi tu ravekirineke zêdetir nîn e û da zanîn ku ev yek ji bo hemû Kurdên herêmê pêşîniyeke sereke ye.

Ebdullah wiha dawî li gotinên xwe anî: “Du rê li ber me hene; şer an jî pênûs. Lê ji ber ku me bi rêya pêvajoyeke entegrasyonê li ser aştiyê li hev kiriye, divê hûn pênûsên me neşikînin. Di xwepêşandana yekem a destpêka şoreşê de, me pankartek hildabû û li ser hatibû nivîsandin; ‛Bi xwîna şehîd hatiye nivîsandin… zimanê min pêşîniya min a sereke ye’."

(f)

ANHA