Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike

Di çarçoveya hemleya paqijiyê ya ku li Kobanê dewam dike de, îro enadmên Hêzên Ewlekairya Hundirîn û YPJ‘ê qadên Jina Azad û Şehîd Egîd paqij kirin.

Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
Xebata paqijiyê ya li Kobanê dewam dike
28 tebax, 2026   19:48
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê hemleya paqijiyê dewam dike.

Di çarçoveya hemleyê de îro qada Jina Azad û qada Şehîd Egîd û derdora her du peykeran ji aliyê şervanên YPJ û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin paqijkirin.

Beriya ku xebata paqijiyê dest pê bike, ji endama rêveber Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê Arîn Kobanê axivî. Arînê bal kişand ser girîngiya belavkirina çanda paqijiyê di nava civakê de û got: “ 24`ê vê mehê gelê me, bi beşdariya endamên saziyên sivîl dest bi hemleya paqijiyê kirin. Hemle ji dibistanan dest pê kir û îro jî li qada Şehîd Egîd û qada Jina Azad dewam kir.”

Arîn Kobanê anî ziman ku ew ê her demê di hemleyên paqijiyê de cih bigirin û bajêr paqij bikin û ev li axaftinên xwe zêde kirin: “ Peykerê Jina Azad ji bo her jineke Kobanî sembola berxwedanê ye. Piştî ku em vir paqij bikin em ê berê xwe bidin peykerê Şehîd Egîd û paqij bikin."

Arîn Kobanê bang li gel kir ku beşdarî hemleyê bibin.

Piştî axaftinê beşdaran qada Jina Azad û derdora peykerê wî paqij kirin. Li qada Şehîd Egîd jî heman xebat hat meşandin.

(ekib)

ANHA