Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye

Şêniyên bajarê Kobanê ji ber bilindbûna zêde ya buhayên sotemeniyê di nava zehmetiyên mezin de ne.

Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
Bihabûna sotemeniyê li Kobanê barê şêniyan girantir kiriye
17 îlon, 2026   05:47
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê bilindbûna buhayê sotemeniyê krîzeke kûr di jiyana rojane ya şêniyan de çêkiriye û astengiyên mezin li pêşiya peydakirina pêdiviyên bingehîn derxistiye.

Peydakirin û kirîna mazotê ji bo malbatan bûye xemeke mezin, zêdebûna buhayên sotemeniyê rasterast bandorê li buhayê kel û pelan kiriye û di jiyana şêniyan de zehmetiyeke mezin çêkiriye.

Ajokarê bi navê Mihemed Yaremaz anî ziman ku piştî biryara hikumeta veguhêz a bilindkirina buhayê sotemeniyê rewşa aborî û zehmetiyên jiyanê girantir bûne, her wiha da zanîn ku ev biryar rasterast bandorê li buhayên xwarinê û veguhastinê dike û bûye sedema nerazîbûneke berfireh di nav gel de.

Mihemed Yaremez diyar kir ku ev bihabûn jiyana wan a rojane parçe dike, çûyîn û hatina di navbera gund û bajaran de pir biha dike.

Zuhêr Bilal Osê ku ew jî ajokariyê dike, diyar kir ku ev biryara bihabûna sotemeniyê nayê qebûlkirin, ji ber ku çûn û hatina di navbera bajaran û gundan de gelekî zehmet bûye û şênî nikarin kirêya rê bidin.

Osê got: “Eger em buhayên rêwîtiyê bilind nekin, em zirarê dikin, eger em bilind bikin jî şênî nikarin bidin.”

Daxwaza şêniyan ew e ku piştgiriyeke zêdetir ji bo sotemeniyê were dabînkirin da ku buha ji bo her kesî guncaw bin.

(so)

ANHA