Li Derayê 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin

Li bajarê El Senemîn ê Derayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser malekê de girt û pevçûn qewimî. Di encama pevçûnê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin.

Li Derayê 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin
17 îlon, 2026   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xewwcih, 3 endamên Hêzên Ewlekariyê Hundirîn; Mistefa Seed El Dîn, Selûm El Misalma û Nail El Sefdî di pevçûnê de hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne. 

Di encama bûyerê de niha li bajarê El Senemîn ê parêzgeha Derayê aramî nîn e û hêzên ewlekariyê derketina derve qedexe kiriye.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Derayê da zanîn ku pevçûnên îro sibehê li El Senemînê qewimîne, dişopîne.

(np)

ANHA