Jinên Sûriyeyî: Em Sûriyeke piralî ku maf û azadiyan diparêze dixwazin

Jinên Sûriyeyê diyar kirin ku hêviya wan avakirina Sûriyeyeke pirreng e ku tê de azadî û maf û azadiya jinan bêne parastin. Jinan gotin ew ên tiştekî ji vê kêmtir nepejirînin.

Jinên Sûriyeyî: Em Sûriyeke piralî ku maf û azadiyan diparêze dixwazin
3 sibat, 2025   03:55
HELEB
NİSRÎN ŞÊXO

Jinên Sûriyeyê der barê çareseriya siyasî li Sûriyeyê û beşdarbûna jinên ji pêkhateyên cuda di nivîsandina destûreke nû ya welat de ku mafên wan garantî dike, ji ajansa me re axivîn.

Sanaa Yûsif bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinên Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên olî û etnîkî di nivîsandina destûrê de "Ji bo parastina maf û azadiya me" her wiha anî ziman ku divê jin cihê  xwe ya resen bi dest bixin. "

Sanaa diyar kir ku ew weke jinên Sûriyeyê Sûriyeyeke piralî dixwazin ku maf û azadiyên hemû mezheb, netewe û olan biparêze. Her wiha da zanîn ku pêkanîna van hêviyan girêdayî asta hişmendiya ramyarî ya civakê û çesipandina regezên wekhevî û dadmendiyê ye.

Narîman Şaban bi Sana re li ser girîngiya beşdariya jinan di nivîsandina destûrê de hemfikir e û destnîşan kir ku yekitî û hevgirtina jinan dê welat ava bike û ber bi aştiyê ve bibe.

Narîman diyar kir ku: "Divê em erkên xwe pêk bînin û piştre daxwaza mafên xwe bikin". Her wiha got, "Divê em gotina xwe bikin yek û dengê xwe li dijî hewldanên paşguhkirina hebûna me û biçûkxistina rola me bilind bikin. Jin xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ye û beşeke bingehîn a civaka Sûriyeyê ye, û nabe were dûrxistin û biçûkxistin. "

Mamosteya zimanê Erebî Henîfe Ecac jî got ku her kesê ku li ser navê Sûryayiyan biaxive, divê nûnertiya "pêdivî û daxwazên me bike", û her tiştê ku li dijî van daxwazên  me be"bi ti awayan nûnertiya me nake".  

Der barê tiştên ku pêwîst e di destûra nû de hebin Henîfe got: "Divê dûrî navendîbûn û tundrewiyê be, ti qeyd û bendan nedin ser azadiya jinan û wan di malê de nihêlin, divê wekheviya zayendî  hebe û jin ji navendên biryargirtinê neyê dûrxistin. "

Îman Keyalî xebatkara rojnameya “Buqeet Dewû” jî got: “Divê jin dest ji mafên xwe bernedin, û ji bo vegerandina rola xwe ya ji wan heitye dizîn kar bikin, divê mafên xwe bi destên xwe pêk bînin nekû bixwazin. Lewma divê ji bo bidestxitina mafên xwe têbikoşin. "

Çalakvan û mamosteya zanîngeha Helebê Nataşa Esferî behsa çarenûsa ne zelal a jinan di nava van guhertinan de kir û der barê mijarê got: "Em hê jî bo bidesxitina nûnertiya siyasî ya jinan û aktîvkirina kotaya jinan di kar de têdikoşin. Ji bo derbaskirina zehmetiyên li pêşiya me pêdiviya me bi xebateke xurt heye, divê gelek hevdîtin û komxebatên jinan bêne lidarxitin.

(k)

ANHA