Li Erebistana Siûdî ji ber ketina parçeyên dronekê kesek hat kuştin

Li parêzgeha Taîfê ya başûrê rojavayê Erebistana Siûdî ji ber ketina parçeyên dronekê kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Li Erebistana Siûdî ji ber ketina parçeyên dronekê kesek hat kuştin
17 îlon, 2026   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Erebistana Siûdî, li parêzgeha Taîfê 0ya başûrê rojavayê Erebistana Siûdî di encama ketina parçeyên dronekê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Dezgeha Parastina Sivîl jî da zanîn ku kesê di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye niştecihekî yemenî ye û kesên birîndar jî jineke siûdî û niştecihekî pakisgtanî ye ku birîna wî giran. Hate gotin ku di bûyerê de zerarên madî li avahî û erebeyan bûn.

Ev bûyer bi zêdebûna êrişên Hûsiyan ên li ser Erebistana Siûdî rû da.

(bb)