Mamosteyên ji kar hatine dûrxistin xwepêşandan li dar xist

Li Humsê bi dehan mamosteyên ji kar hatin dûrxistin li pêşiya avahiya Gerînendeya Perwerdeyê xwepêşandan li dar xist.

Mamosteyên  ji kar hatine dûrxistin xwepêşandan li dar xist
17 îlon, 2026   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Humsê bi dehan mamosteyên bi wekalet ên ji kar hatine dûrxisin xwepêşandanek li pêşiya avahiya Gerînendeya Perwerdeyê li dar xist.

Mamosteyan ku bi pankaran daxwaza mafên xwe û pêkanîna edaletê kirin, diyar kir ku wan di mercên zehmet de mîsyona perwerdehiyê bi cih anîn û domandin.

Mamosteyan ji bang li aliyên têkildar kir ku biryarê betal bikin û wan vegerînin kar.

 (bb)