Li Sûriyeyê bêkarî barên jiyanî zêde kiriye

Li Sûriyeyê bihabûna kel û pelan û bêkarî zextê li civakê dike û pirsgirêkên aborî zêde dibin.

Li Sûriyeyê bêkarî barên jiyanî zêde kiriye
25 tebax, 2026   04:00
ŞAM

Sûriyeyî di van şert û mercan de nikarin debara xwe bikin, kirêkirina malan, xwarin, enerjî û av biha ye. Pirsgirêka bêkariyê jî nayê çareserkirin û malbat dikevin rewşa ku zarokên wan di temenê xwe yê biçûk de bixebitin.

Ebû Welîd (50), ji ber nexweşiya şekir lingê wî hatiye jêkirin, ew li ser rêya El Mezê desmalan difiroşe, keça wî ya biçûk nan difroşe û kurê wî di betlaneya havînê de dixebitê. Ebû Welîd bi vî awayî anceq dikare dermanê xwe bikire û malbata wî rojane debara xwe bikin.

Emîne Adil a ji Şamê dayîka 3 zarokan e û hevjînê wê di şer de hatiye kuştin. Emîne anî ziman ku li derdora Şamê kirêkirina odeyekê bi 15 hezar lîreya nû ya Sûrî ye û pêdiviya malbatekê bi 40 hezar lîreyê nû heye heyanî bikarbe pêdiviyên xwe pêk bîne. Li gorî Emîne Adil gotî karker 15 hezar lîreya nû werdigirin û ew jî difikire ku kurê xwe yê mezin ê 10 salî li bazarê bixebitîne û alîkariya wê bike.

Lêkolînera Kar û Barên Civakî Suha Abdullah dema ku serdana Sûriyeyê kir got ji ber rewşa aborî ya Sûriyeyê, bihabûn û bêkariyê Sûriyeyî û bi taybet ên vegeriyane Sûriyeyê gelekî zehmetî dibînin.

Suha diyar kir ku li herêmên El Xûta El Şerqiyê gelek ciwan hene ku dixwazin matorsiklêtan ji xwe re bikirin û mesrûfa çûyîn û hatina wan kêm be, lê ji ber bihayê matorsiklêt nêzî 400 dolarî ye û ew nikarin bikirin.

Li gorî pisporê aborî û mamosteyê Fakûlteya Aborî ya zanîngeha taybet a li Şamê ku nexwest navê xwe aşkera bike enflasyona li Sûriyeyê ji sedî bûye nêzî 27.5, her wiha av, elektirîk, madeyên sotemeniyê û yên xwarinê gelekî biha bûne.

Mamoste da zanîn ku di encama enflasyonê de pirsgirêka aborî mezin bûye. Li gorî Navenda Sûriyeyê ya Siyaset û Lêkolînê cudahiyek mezin di navbera dahat û lêçûnên jiyanê de çêbûye. Ji ber ku di Sibata 2026`an de lêçûna her malbatekê di mehekê de dora 3.11 milyon lîreyan bû, lê mûçeya karmendekî ku derçûyê zanîngehê ye dora 1.13 milyon lîre ye, her wiha mûçeya karkerekî di sektora taybet de gihîştiye dora 1.32 milyon lîreyan.

Li gorî daneyên aborî û mirovî zehmetiyên li Sûriyeyê ne tenê bi kontrolkirina enflasyonê ve sînordar e, divê hilberîn çêbe, kar were peydakirin û bazaran têxin bin kontrol heyanî ku malbatên feqîr bikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û debara jiyana xwe bikin.

(np)

ANHA