Li Şam, Dêrazor û Hesekê xwepêşandan

Li Şam, Dêrazor û Hesekê li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê û paşketina rewşa jiyanî û xizmetguzariyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Şam, Dêrazor û Hesekê xwepêşandan
Li Şam, Dêrazor û Hesekê xwepêşandan
Li Şam, Dêrazor û Hesekê xwepêşandan
17 îlon, 2026   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Şamê li dijî paşketina rewşa jiyanî û aborî û ji bo şermezarkirina zêdekirina buhayên sotemeniyê xwepêşandan li pêşiya avahiya parlamentoyê li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Piştî du salan ji sozan..xizan û bêkarî zêde dibin", "Nexweşxaneyên giştî hilweşiyane", û "Tenê fatore li hemanen e" vekirin.

Xwepêşandaran xwestin welatî beşdarî proseya avakirina biryarê bibin û siyasetên aborî û xizmetguzariyê li ber çavan werin girtin.

Li bajarê Meyadîn ê Dêrazorê jî rûspî hatin gel hev û daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin ku ew piştgiriyê didin daxwazên civakê yên başkirina rewşa xizmetguzarî û jiyanî.

Amûdê jî di nav de li gelek deverên parêzgeha Hesekê jî xwepêşandan hatin lidarxistin, rê hat girtin û taker hatin pêxistin. Banga dabînkirina sotemeniyê ji bo firinan û başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzariyê hatin kirin.

(bb)

ŞAM

DÊRAZORÊ