Malbata şehîd Sîpan daxwaza darizandina kujeran kir

Malbata şehîd Sîpan Hiznî daxwaza lêpirsîna bûyera kuştina kurê xwe kir û xwest hemû kesên ku di vî sûcî de beşdar bûne, radestî dadgehê werin kirin.

Malbata şehîd Sîpan daxwaza darizandina kujeran kir
Malbata şehîd Sîpan daxwaza darizandina kujeran kir
Malbata şehîd Sîpan daxwaza darizandina kujeran kir
Malbata şehîd Sîpan daxwaza darizandina kujeran kir
Malbata şehîd Sîpan daxwaza darizandina kujeran kir
Malbata şehîd Sîpan daxwaza darizandina kujeran kir
Malbata şehîd Sîpan daxwaza darizandina kujeran kir
16 îlon, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji rayedarên dadwerî û ewlehiyê yên têkildar xwest rastiya êrişê were lêpirsînkirin û kesên ku di revandin û kuştina wî de beşdar bûne, werin darizandin.

Şervan Sîpan Hiznî di 10`ê Îlonê de ji mala xwe hate revandin û cenazeyê wî li nêzî gundê El Hilu yê Hesekê hate dîtin, ev yek bû sedema hêrs û nerazîbûnên berfireh.

Daxuyaniya ku li ser navê malbata şehîd hatiye dayîn, wiha ye:

"Samî (Sîpan) leşkerek bû ku erka xwe di xizmeta dewletê de pêk dianî û ewlehî û aştiya sivîl diparast. Her bûyerek ku dema leşkerek erka xwe pêk tîne, divê bi qanûn, lêpirsîn û dadweriyê be. Divê leşkerek nebe hedefa tolhildanê li derveyî çarçoveya qanûnê.

Em tevahiya eşîrekê ji ber tiştê ku qewimî berpirsiyar nagirin. Berpirsiyariya sûc li ser wan kesan e ku sûc kirine, beşdarî wê bûne, an jî teşwîq kirine. Wekî din, em banga tolhildanê li dijî kesî nakin, ji ber ku em naxwazin kesek din bi navê tolhildanê were kuştin, wekî ku Sami hat kuştin. "

Di daxniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

“Lêkolînek berfireh li ser şert û mercên revandin û kuştina Samî were pêkanîn.

Encamên lêpirsînê divê bi zelalî ji raya giştî re werin aşkerakirin.

Divê hemû kesên ku di sûc de beşdar bûne werin naskirin, ne tenê yek sûcdar.

Her teşwîqkirin, alîkarî, an parastina ku ji kesên beşdar re hatî peyda kirin lêkolîn bikin.

Hemû kesên ku berpirsiyar têne dîtin, li pêşberî dadgeheke dadperwer û serbixwe werin darizandin.”

Malbata şehîd Sîpan di dawiyê de xwest têkiliyên eşîrî an neteweyî ji bo astengkirina qanûnê yan parastina tawanbaran neyên bikaranîn.

(k)

ANHA